Îro roja pêncşemê 1ê hezîrana 2017an, şanda nûnertiya ENKSê li Ewropa bi serokatiya berêz Rêzan Şêxmûs serokê wê û berêz Mihemed Salih Silo endamê nivîsîngeha pêwendiyên giştî yê nûnertiya encûmenê, ligel berêz Dîlawer Îckahî nûnerê herêma kurdistanê li Yekîtiya Ewropî li baregehê nûnertiya herêmê li Biroksil kom bûn.
Di hevdîtinê de çendîn mijarên giring yên girêdayî rewşa kurd û kurdistanê hatin gengeşekirin, û têde şanda nûnertiya ENKSê piştgiriya xwe nîşan da ji bo pirojeyê rêfrandomê û serxwebûna kurdistanê ya çaverêkirî îsal bête encamdan.
Li aliyek din, mijara “vîza”yan û giringiya dana vîza kurdistanê bo penaberên kurd li Ewropa ji aliyê hikûmeta kurdistanê hate gengeşekirin, ji ber ku herêma kurdistanê bûye derwaz û dergeh bitenê bo navçeyên kurdî li Sûriyê.
Herwiha di hevdîtinê de behsa siyasetên terorîstî yên PYDê û tepeserkirin û revandina bi dehan ji serkirde û endamên encûmenê û siyasetmedar û rojnamevanan hate kirin, ku hêjî çarenivîsa gelek ji wan girtiyan ne diyar e, tevî behskirina mijara revandina ciwanên kurd bi behaneya leşkeriya neçarî û şandina wan bo çeperên şer ji bo ajendiyên dûrî berjewendiya gelê kurd û daxistina nivîsîngehên encûmena niştimanî ya kurdî û partiyên wê li sercem bajarên kurdan û revandina zarokan ji xwendingehan û leşkerkirina wan, ku ev siyaset û kiryar bûn sedema zêdebûna koçberkirina neçarî û valekirina navçeyên kurdî ji nişteciyên kurd.
Ew hevdîtin bi giştî baş û erênî bû, û têde nûnerê hikûmeta kurdistanê piştgiriya xwe ya tekûz ji Encûmena Niştimanî ya kurdî û siyaseta wê ya netewî re dupat kir.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê