Toreya Sûrî ya mafê mirovan doh pêncşembê, di raportekê de li malpera xwe ya fermî belav kirine, ragihand ko wê kuştina 964 sivîlan li Sûriyê di heyva gulana bûrî de belgeh kirine piraniya wan bi bombebarana hevpeymana navdewletî û hêzên Esed hatine kuştin,.
Di raportê de hatiye ko hêzên rêjîmê 341 sivîl kuştine, 29 zarok û 21 jin û 13 kesên bi êşkenceyê hatin kuştin di nav wan de hene, piraniya wan ji Helebê û gundewarê Şamê ne. her weha 13 sivîl bi êrîşên firokên Rûsî hatine kuştin, zarokek û pênc jin di nav wan de hene.
Raportê anî ziman ko piraniya wan bi destê hêzên hevpeymana navdewletî hatine kuştin, û toreyê kuştina 273 sivîlî, 89 zarok û 58 jin di nav wan de hene belgeh kirine, piraniya wan li Reqayê hatine kuştin. Her weha kuştina 268 sivîlî, 61 zarok û 47 jin di nav wan de bi destê rêkxistina Daiş piraniya wan ji Dêra zorê ne tomar kiriye. Û alayine leşkerî yên din 43 sivîl, 30 ji wan li gundewarê Şamê ne, kuştine.
Raportê got ku milîtanên Yekîtiya Dîmuqrat PYD 54 sivîl kuştine, piraniya wan li Reqa ne, û deh zarok û heşt jin û du sivîlên bi êşkenceyê hatine kuştin di nav wan de hene.
Toreyê di raportê de destnîşan kir ko wê kuştina 72 sivîlan belge kiriye, ji nav wan 24 zarok û neh jin di avê de fetisîne an di bûyerên teqînan de yên ko hêj nasnameya yên pê rabûne nehatine xuyakirin, û an bi guleyan an bi bombeyên ko jêderên wan nehatiye destnîşankirin jiyana xwe jidest dane.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan di destpêka meha gulanê de nekêmî 35 kuştarî li hemû parêzgehên Sûrî di heyva nîsana bûrî de pêkhatine belgeh kirine, her weha çalakvanên ko rûpela “Elreqa Bi Bêdengî Serjê Dibe” birêve dibin, gotin ko Hevpeymana navdewletî 208 êrîşên asmanî birne ser parêzgeha Reqa, û 324 sivîl bi wan hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Acans