Serokê hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Riyad Sêf, tekez kir ku eger amerîkî bi çareseriya siyasî li Sûriyê bawer bin, razîkirina rûsan pêkan e, û Sêf dît ku veguhestina siyasî bê lihevkirinek Rûsî –Amerîkî pêk nayê.
Û Sêf di hevdîtinekê de bi rojnameya Monîtor ya Amerîkî re, bal kişand ser ku gerek rêvebiriya Amerîka wek hevparekî cihê baweriyê li Hevbendiyê biner e, ji ber ku hevbendî desteya bi tenê ye ya ku danpêdaneke navdewletî pê heye, her weha got ku em hewcedarên piştgiriya siyasî û leşkerî û darayî ya amerîka ne.
Û tekez kir ku divê careke din pêvajoya Jinêvê kartêker bibe, jiber çareseriya siyasî take çareserî ye li Sûriyê, û yekbûna xaka Sûriyê pê tê parastin, û amaje kir ku herçar deverên kêmkirina şer rewşa wan bi şêweyek metirsîdar tê guhertin.
Û sêf diyar kir ku du armancên hevbendiyê û amerîka yên hevbeş hene, yek jê jinavbirina terorê ye, û ya duyaem beramberiya zalbûna Îranê li Sûriya û deverê ye, her weha nehiştina ku Rûs destê xwe bi hêzeke xurt deynin ser deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî