Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf û çend endamên desteya siyasî digel balyozê Birîtanya yê taybet bo hevrikiya Sûriyê Martin Longin duh duşembê civiya, û digel hev kuştarên rojane ên derheqê sivîlên Idlib û Xûta de pêk tên û dawîtirîn pêşveçûnên operasiyona siyasî gotûbêj kirin.
Sêf diyar kir ko pêzanînên li ser kongirê Sotşî tên hîç nakevin berjewendiya operasiyona siyasî, û got çi çareserî ko li ser berdewamiya Esed ava bibe, dê aramiyê li herêmê û welat venegerîne.
Sêf got miletê Sûrî mana Esed napejirîne û ne mijareke gengeşê ye û pirsiyar kir: Gelo mana Elesed çareyeke aqlane û exlaqî ye?
Sêf destnîşan kir ko Mosko nikarîbû li Cinêvê bandorê li rêjîmê bike, û ne hişt jidil di danûstandinan de beşdar bibe, bêtir got: berevajî Rûsya li rex rêjîmê rawestiyaye û di operasiyonên leşkerî yên lidijî sivîlan û hêzên artêşa Sûrî ya azad li Idlibê û herêma Xûta li gundewarê Şamê alîkariya rêjîmê kiriye.
Her weha Longin piştgiriya xwe ya berdewam ji hevrikiya Sûrî re tekez kir, got ku giring e hevrikiya Sûrî pêngavên yekgirtî beraber çi tiştî derbarê kongirê Sotşî an çi tiştên din bavêjin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî