Lêkolîneke hevbeş rêkxistinên navnetewê pêkanîne duh sêşembê hatiye belavkirin anî ziman ko penaberên Sûrî yên li Libnanê dijîn di belangaziyeke tund de dijîn û 75% ji wan li jêr xêza belangaziyê ne.
Lêkolîna hevbeş li jêr navê ‘’nirxandina aliyên lawaz libal penaberên Sûrî ya sala 2017ê ‘’ Pirogramê xwarinê yê cîhanî û nûnerîtiya taybet ya Netewên Yekgirtî ya karûbarê penaberan û rêkxistina Netewên Yekgirtî ya zaroktiyê Unisef amade kiriye.
Lêkolînê got: ‘’ 58% ji malbatên Sûrî li Libnanê di belengaziyeke tund de dijîn bi rêjeya 2.78 $ rojane ji kesekî re, lê di sala 2016ê de rêje 53% bû‘’.
Lêkolînê diyar kir ko ‘’hejmara malabatan ko li jêr xêza belengaziyê yên ko bi kêmanî 3.84 $ rojane digehê wan rêjeya wan gihaye 76% ji malbatên Sûrî yên ko li jêr wê astê dijîn. ‘’
Li gora lêkolînê bêtir ji sêçarîkên penaberên Sûrî yên ko nuha li Libnanê dijîn 4 dolaran rojane werdigirin hema bi zor pêdiviyên wan yên bingehîn dabîn dikin’’ çimkî malbatên penaber nuha li dora 98 dolarên Emerîkî ji yek kesî re mehane xerc dike ji wan jî 44 dolar li xwarinê xerc dibe.
Lêkolînê destnîşan kir ko ‘’deynkirina peran ji bo kirîna xwarinê û xercî û kirê li Libnanê pir bûye, ko her 9 ji 10 kesan dibêje ez deyindar im. ‘’
Lêkolîn dibîne ko ‘’tunebûna ewlehiya xwarinê hêj bilind e, ji ber wisa ta radeyekê bandorê li 91% ji malbatên Sûriyê dike‘’ .
Lêkolînê tekez kir ko ‘’piştgiriya darayî ya derve li gora pêdiviyên pir têrê nake, di sala 2017ê de tenê 36% ji piştgiriya giştî ya pêdiviya mirovî li Libnanê heta destpêka çileyê pêşî yê borî hatiye dabîn kirin ‘’
Aliyê lêkolîn amade kiriye diyar kir ko ‘’ pêdivî bi 2.7 milyar dolarê Emerîkî tako pêdiviyên sala 2018ê, li gora plana Libnanî ji çareserkirina qeyranê re pêk bîne ‘’ .
Hejmara penaberên Sûrî li Libnanê digehê 997hezar penaber heta dawiya çêriya paşî 2017l li gora nûnerîtiya karûbarê penaberan beraber 1.1 milyon penaber di çileyê pêşî sala 2016ê hebûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî