Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê, bi hevkariya li gel Dezgeha Dexlûdan a Giştî ya Hikûmeta Demkî, dest bi belavkirina 15,000 pakêtan, ku bi qasî (18 ton) nane, rojane li ser civakên ku herî zêde li bakurê Sûriyê ziyan li wan bûne kir, wek pêngaveke bersivdana awarte di vê rewşa dijwar de yaku gelê Sûriyê ji ber erdheja wêranker rastiyê hatiyê.
Û ev di demekê de tê ku Sindoq pêwendî û hevrêzkariyê li gel hevkarên xwe yên cîbicîkar xebatên miştûmir dike, daku bandorên erdhejê sivik bike, û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Serokê Encumena Rêvebiriya Sendoqê Hadî Elbehra, got ku Em hewl didin hemû alîkariyên pêwîst ji xelkê me yên ziyan dîtine re peyda bikin, Xwedayê mezin wan biparêze û saxlemiyê bide wan, û birîndaran baş bike, û dilovaniya xweda ji pakrewanan re.
Ji aliyê xwe ve, Hanî Xebez tekez kir ku Sindoq bi hevkariya li gel hevparên xwe di warê pêşkêşkirina alîkariyan de dê bi hemû karînên xwe kar bo xelkê me di vê bobelatê de bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî