Şanda wezîran hikûmata demkî ya Sûrî piştî kontrolkirina Girê Spî ji hêla artêşa niştimanî ya sûrî û artêşa Tirkiyê ji PYD, ji berî sê rojan di çarçoweya operasyona “kaniya aşitiyê” de, serdana bajarê Girê Spî kirin ji bo şopandina rewşa bajêr û pêdiviyên niştecîhan, û kontrolkirina ewlehî û aramiya li wê deverê.
Şand pêk hatbû ji wezîrê parastinê sererkan Salim Idris, wezîrê Navxwe Kolonel Moheydin Harmûş û wezîrê rêveberî û karûbarên xwecihî Mohamed Said Suleiman.
Şanda wezîran li kolanên bajêr û bazaran geriyan, û axaftin ligel xelkê kirin û bi dilxweşî pêşwaziya wan kirin, û têbînî û hewcedariyên girîng tomar kirin.
Şêniyên bajêr li ser çalakkirina encumenên xwecihî, û avakirina dezgeheke polîsan ji bo peydakirina karûbaran û gihandina ewlehî û aramiyê piştrast kirin.
Ji alîyê xwe ve, wezîran tekezî li ser dîtina hikumeta Sûrî ya demkî ya bingeha rêveberiya sivîl û rêveberiya baş li bajarê “Girê spî” û hemî deverên rizgarkirî li rojhilata Firatê kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî