Hevbendiya Niştimanî raportek debarê serkeftinên Artêşa Azad yên Tîrmeha bûrî belav kir, yên ko li Herêm û parêzgehên Sûriyê çêbûn wek Der´a û Derdorên Şamê û Heleb û Hema û Laziqiyê.
Raportê da xuyakirin ko Artêşa Azad: “24 Cîgeh bidest xistine, giringên wan li Qelemûn û Heleb û Der´a ne, û bêhtirî 450 kesî ji Endamên hêza Elesed hatin kuştin ji nav wan Efser jî hene wek eqîd Ekil Elelî serperiştê operasiyonên Hêzên Rêjîmê li Gundewarên Helebê yên başûr” . Raportê tekez kir ko Artêşa Azad sê Firok xistine û 57 Tank û 65 Mekîneyên hêza Rêjîmê têkşikandine.
Raportê weha şirove kir: “Giringiya serkeftina Artêşa Azad li Aniya bajarê Morik li Hemayê ewe ko rê ji ser Idlibê digire heta ko rizgarkirina wê tekûz bibe, herweha serkeftinên li Morik hiştin ko bajarê Xan Şêxûn jî rizgar bibe, yê ko hejmara xelkên wî digihê 80 hezar niştecihî û piştî rizgarkirinê 22 rêbendên Rêjîma Elesed li Bajêr ji destê Rêjîmê derxistin, herweha serkeftinên li Herêma Elrehba Xetab ji Gundên Hemayê alîkarî di nêzîkbûna firokxaneya Hemayê de kir, nuha Şoreşger 8 km dûrî firokxaneyê ne.”
Jêder: Hevbendî