Mihmed Qedah cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî serkefinên li Der’a dibin weha dîtin:” têkşikandinên ku artêşa Azad digihîne hêzên Esed û Mîlîşeyeyên Hizibulaha terorîst di Der’a de, tişteka balkêş e û guhertineke dîrokî ye di pêvajoya bizava leşkerî di wan navçeyên ku cirdên Esed jê direvin de, wek şêx Miskîn û navçeyên din, di demekê ku ev navçe simbola hêza leşkeriya Esed bûn, lê artêşa azad ya cerg pola û nebez, efsaneya hêza Esed dibin piyên xwe de şikand”. Herwiha dazanîn ku:” tevlî lawziya pêşkêşkirina pêdawîstiyan bo şoreşa Sûriyê, ez zêde nakim dema bêjim, tevlî dorpêça li ser pirçekirina artêşa azad, lê himeta artêşa azad guh neda piştevanan, û baweriya xwe tenê bi himeta xwe anî ku maf bi himetê tête standin û mirov azad dibe. ev serkefin degek di guhên xemsariya navdewletî de bû ku dibêje: em di dijberiya terora Esed de bendewarên alîkariyê ji kesî namînin, ku em bitena xwe jî di meydana bergiriyê de ji boyî azadiyê bimînin, emê heta dilopa dûmahiyê ji xwîna xwe berxwedanê di ber vê armancê de bikin “. ev daxuyaniya Qedah hat li ser serkefinên artêşa Azad li hin navçeyên Der’a û rizgarkirina bajarê Newa û tevaya derdorên wê, û kontrolkirina pêgehên hêza Esed li Newa, ewjî “herdu girên Elhiş û Om Horan û Ewlekariya serbazî û Ketîbeya Elrehba û Ketîbeya tankan (Elhicaciya) û meydana rahênana segmaniyê û Siriya Elkonkoris û rêbenda Hewî û herdu avahiyên pizîşkî û karubarên kargêrî”, û li dawiyê artêşa Azad Til Herfûş û serkirdayetiya Lîwayê kontrol kirin, û ev serkefin tên dîtin wek leztirîn serkeftin û pêşdeçûnên artêşa Azad di şoreşa Sûrî de, û ev pêşketin hatin ji egera qutkirina riyên pêgihandinê yên takane bo hêzên Esed li navçeya Şêx Miskîn yak u dihate pejirandin wek pişa serbazî ya hêzên Esed bi rêka wê henase dikişand”.
Jêder: Hevbendî