Di dema serdana Nesir Elherîrî serokê hevbendiya Niştimanî û cêgirî wî Mihemed Qedah û şanda pê re bo Gundewarê Idlibê û Helebê û hevdîtina wan bi hin hêz û tabûrên artêşa azad re, piştî êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li ser Eniya Elnusra û rêxistina DAIŞê, Elherîrî got:” Mixabin piştî kuştin û girtina bi sedhezarên welatiyan û neçarkirina hinên din ku tevlî çekdarên terorê bibin,ew terora ku bêdengiya navdewletî li ser kuştarên Esed yên derheqê Sûriyan ew pêk anî, firokên Hevpeymaniya Navdewletî nîv biryar û nîv çareseriyan bi ser me de dibarînin, û di operasyonên xwe yên leşkerî de banga bimilyonên Sûriyan yên sosret bi serê wan hatine ji ber terora Esed û keriyên li pey wî piştguh dikin. baweriya Sûriyan bi van êrîşan nayê eger terora Esed nekeve ber sizakirinê, ji ber ku ew sedema terorê ye, û terorîstên li sûryayê tenê encamp in ji terora wî re. û heger rêjîma Esed bê piştguhkirin û neyê lêdan, wê demê, hîç şiroveyek dîtir nîne ku ev êrîş hewla vejandin û berhevkirina rêjîma Esed û çeteyên wî yên heroj bêgunhan dikujin dikin”. Herwiha Elherîrî di heman hevdîtinê de got :”heger ev lêdan man li ser heman helwêstê û êrîş li ser rêjîma Esed neyê kirin, ev wê bibe sedemekî dîtir bo xwebiçekirina Sûriyan , û Sûriya bi tevahî wê bibe leşkergehek li dijî zordariya Esed ya ku sivîl kirine leşker û zarok kirine çekdar û afret kirine şervan. Ku binbirkirina terora Esed ne hevdem be ligel lêdana DAIŞ, ev tê wateya ku cîhan ji gelê Sûrî re dibêje (terora Esed hêleka Sor e!!!). herwiha Elherîrî tekez kir ku ” her çareseriya bê rûxandina Esed, kirîza Sûriyê çareser nake û tundrewî wê bi şêweyekî mezintir li rojhilata Erebî belav bibe. lewra pêwîst e dewletên cîhanê bi erkên xwe rabin û bi berpirsyarî û birastîtir dan û standinê bi rewşa Sûriyê re bikin. Pêwîst e şerê leşkerî li dijî terorê hevdem be ligel karekî siyasî yê rêkupêk, û piştgiriya Artêşa Azad û Hevbendiyê wek nûnerek siyasî bibe. Eger ev piştgirî pêk neyê xortên Sûriyê wê bigihên rêxistinên terorist ne ji ber ku ew bi wan bawerin, lê wek bersivekê ji terora esed re, lê dema ku em karibin riya rast bidin ber wan û pişta wan bigirin emê karibin sûdê ji wan wergirin di avakirina sûriya nû de ya azadî û rûmet û dadmendiyê” .
Elherîrî axaftina xwe weha bidawî anî:” pêwîste alîkariya artêşa azad bê kirin, ji ber ku hîç kesek nikare Sûriya rizgar bike ji bilî tivinga şoreşvanên ku ji hinavê şoreşê derketine. Herwiha em di wê baweriyê de ne, ku çekên kesên din bi berjewendiyên wan yên taybet ve girêdayî ne. Bi kurtayî em nerazî ne ji firokên ku heyfa serjêkirina rojnamevanê Emerîkî Cîmis Folî hiltînin, û kuştina Hemza Elxetîb û Ebdulqadir Elsalih û Xiyas Meter û girtina bisedhezarên Sûriyên wek wan bi tenê şermezar dike. çareseriya terorê bi vê durûwiyê hîç berhemî nade , em dixwazin terorê jinav bibin bi yekcarî, ne ji boyî parastina Sûriyê bitenê lê ji bo parastina tevahiya Cîhanê ji metirsiya terorê ya li deverê belav bûye bi alîkariya rasterast ji rêjîma Esed û hevpeymanên wî yên Îranî”. Herwiha di dema geşta Sekertêrê Hevbendiyê ya di vê heftiyê de bo Sûriya, çendîn serkirdeyên leşkerî amadebûna xwe ji bo pêşxistina karê dezgehî yê Artêşa Azad anîn ziman, da ku saziya leşkerî karibe serkêşiya qonaxa bê bike”.
Jêder: Hevbendî