Sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî Nebîl Elerebî di miyanê hevdîtinekê de ligel Heysem Elmalih serokê komîteya yasayî ya Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku hêjî komkara Erebî piştgiriya Şoreşa gelê Sûriyê û bijardeyên wê ji bo bidestxistina azadî û rûmetiya xwe dike, û tekez kir ku hêç vegerek ji rêjîma Esed re li nav komkara Erebî nîne.
Elerebî ji Elmalih re diyar kir ku daxuyaniyên wî yên vê dawiyê li Misko bi awayekî şaş hatin xwendin, û got ku Komkara Erebî tekeziyê li ser çareseriya siyasî dike di Sûriya de bi rêka damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi tevaya deshilatdariyan ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên navdewletî yên pêwendîdar.
Elmalih got ku wî sikirtêrê giştî agehdar kiriye ku rewşa Sûriyê li ser zemînê ji aliyê leşkerî ve ber bi yekalîkirinê û serkeftina şoreşgeran diçe, nemaze li Heleb û Der’a, û cext kir ku “Esed ber bi dawiyê de diçe, û ew bitenê 20% ji xaka Sûriyê kontrol dike, û wê ji zû de bidawî biba heger ne ji ber destêwerdana Hizibulaha terorîst û Îran û mêlîşeyên tayîfeperest ba”.
Elmalih bal kişand ku “niha bermîl û barûd tenê li rex rêjîma Esed mane û wan li ser şoreşgeran dibarîne “, û hevdem tekez kir ku :”kursiyê Sûriyê ji gelê Sûriyê re ye ne ji Hevbendiyê re, û wergirtina me bitenê demikî ye, û gelekî şerm e ji her dewleteka Ereb yan ne Ereb re ku li kêlek vê rêjîma bikuj raweste “.
Jêder:Hevbendî