Berdevkê fermî bi Navê Hevbendiya Niştimanî Salim El- Mislit stendina biryara şermezarkirina binpêkirina mafê mirovan û rewşên mirovahî yên tirsnak li Sûriyayê, armanckirina sivîlan ji hêla rejîma Esed ve, karên tundutûjî ku rewşên regezperistî tevdidin, û binpêkirina yasaya navdewletî ji hêla Encumena Netewên Yekbûyî bo mafê mirovan cihê kêfxweşiyê dît.
Biryar ji hêla Erebistana Si’ûdî, Kiwêt, Qeter, Mexrib, Tirkiya, Emirîka, Frensa,Elmaniya, Italiya, û Birîtaniya ve hatibû pêşkêşkirin.
Herweha biryarê wêrankirina Kultora çandî, talankirina wî a rêbazkirî, revenadina samanên çandî ên Sûrî, û işkencekirina girtiyên Sûrî şermezar kir. Kelemderxistina rejîma Sûrî ji karê komîta lêpirsîna navdewletî re pirotisto kir, û jê xwest ku yekser bihêle komît bigihêje hemû deverên Sûrî bo bi karê xwe rabe.
Biryarê tekeziya pabendiya xurt ya Encumena Mafê Mirovan bi serxwebûn û serwerî û yekîtiya Sûriyê kiriye. Û kêfxweşiya xwe bi karê komîta navdewletî bo lêpirsînê anî ziman, giringiya nîşan û zaniyariyên ku dane hev bo piştgiriya bizavên lêpirsînê di pêşerojê de destnîşan kir, nemaze zaniyariyên taybet li ser tawankaran.
Herweha biriyara binpêkirinên mezin, rêbazkirî, û berfireh ku rejîma Esed, şebîheyên wê, û şervanên tirorist yên biyanî, bi taybet “ Milişiyên Hizbillah, Esayib Ehl El – Heq, û liwayê Ebû El – Fedil El – Ebas ” yên tirorist şermezar kir.
Herweha biryarê bikaranîna tundûtûjiya destdirêjiya ser jinan û işkencekirina di binê zindanê navendên ewlehiyê de şermezar kir, û ji rejîma Esed xwest ku yekser bihêle aliyên şopandina navdewletî serdana zindan û navendên girtinê bikin, û lîsteyekê bi navê cihan pêşkêş bikin.
Herweha biryarê, karên tiroristî, û tundiya dijî sivîlan ku rêxistina Daiş û komên tundrew bikar tînin jî şermezar kirin, û destnîşan kir ku tiror û karên tundrew bi tu ol, şaristanî, û regezê ve negirêdayî ne, herweha binpêkirinên mezin dijî zarok û jinan, û hemû karên tund dijî mirovan li gor nerîna olî û regezî, doza rêzgirtina yasaya navdewletî kir, û tekezî li ser pêwistiya pêşkêşkirina hemû berpirsên di ber binpêkirinên yasaya navdewletî bo lêpirsînê di riya awayin dadweriya tawankarî a xwecihî yan navdewletî, xwest ku bi lez gavin piraktîk ber bi lêpirsînê de bavêje, ûamaje bi giringiya rola dadgeha tawankarî a navdewletî di vî warî de kir.
Biryarê dilnerihetiya xwe derbarê zêdebûna hejmara derbideran li hindirê Sûriyayê û penaberên ji tundiyê revyayî ne anî ziman, bixêrhatina bizavên dewletên cîran ku mêvandariya penaberên Sûrî dikin kir, destnîşanî li encamên civakî û aborî li ser wan dewletan kir, û ji civaka navdewletî xwest ku erkên xwe parve bikin. Jêder: Hevbenî