Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Desteya Danûstandinan daxwaza lidarxistina konferanseke navdewletî dike ji bo cîbicîkirina biryarên derbarê Sûriyê

October 30, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
Serokê Desteya Danûstandinan daxwaza lidarxistina konferanseke navdewletî dike ji bo cîbicîkirina biryarên derbarê Sûriyê

Serokê Komîteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Camûs, di dema beşdarbûna xwe di “Foruma Rojhilata Navîn 2024” de ku niha li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê tê lidarxistin, baweriyên xwe anîn ziman ku welatên ereb bi tevayî karin piroseya siyasî ya li Sûriyê pêşde bibin, û daxwaz ji Komkara Erebî kir ku kongireyekî navdewletî ji bo Sûriyê li dar bixe da bibe fakterek ji bo proseya siyasî li gorî biryarên navdewletî pêşde bibe.

Di rûniştinekê de bi sernavê “Pêşeroja Sûriyê: Asoyên Aştî û Avakirinê” Camûs diyar kir ku Desteya Danûstandinan a Sûrî desteya fermî ya ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatiye pejirandin e, ji bo danûstandinan li ser pêşeroja Sûriyê bike, û ew bi navê tevaya Sûriyan diaxive û kar ji bo bercewendiya hemûyan dike ne ji bo ya beşek ji wan, û bizavê dike ji bo çareseriyeke siyasî ya dadmend ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re bibîne û aştiyeke berdewam di çarçoveya peymaneke civakî ya nû de peyda bike.

Serokê Komisyonê got ku asayîkirina hin welatan ji têkiliyên xwe yên bi rêjîma Esed re ti sûde nedaye û ti encameke berçav jê derneketiye û ew di wê baweriyê de ye ku vekirina deriyê têkiliyên Ereban pê re bêyî peydakirina çareseriyeke siyasî ti wateya wê nîne, û tekez kir ku pişt bi rêjîmê nayê girêdan û ji çareseriyê direve, her sozên ku dide welatên erebî û yên biyanî bi cî nayine, naxwaze û nikare tiştekî biguherîne, ji ber ku pêwîstiya Sûriyê bi guhertinên bingehîn heye ji bo avakirina dewleteke nû, her weha hewcedarî hevpeymaniya sûriyan û karê hevbeş û hevpejirandinê ye, û rêjêm van tiştan tevan red dike.

Camûs tekez kir ku pirsa Sûriyê ne pirseke mirovî ye, ne berî şoreşê û ne jî niha, lê belê ew kêşeyeke siyasî ye, pirsa miletê ku mafên xwe dixwaze û rêjîma tundrew û zordar red dike ye.

Û got ku Deste di wê baweriyê de ye ku çareserî li Sûriyê tenê bi riya biryarên NY û yên navdewletî ye, lê wî xwest ku pilanek yekgirtî ji Komkara Erebî re hebe bihêle rêjêm ber bi çareseriyek siyasî ve li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî were.

Wî baweriya xwe anî ziman ku welatên ereb bi hev re karin vê yekê bi cî bînin, û ji wan xwest ku kar ji bo lidarxistina kongirekî navdewletî li ser Sûriyê bikin ji bo beşdarîyê di pêşdebirina proseya siyasî de li gorî biryarên navdewletî bike, û lidarnexistina Komkara Erebî peywendiya bi hemû aliyan rexne kir.

Cmûs bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye hevalbendeke stratîjîk a hêzên şoreş û opozîsyona Sûriyê ye û amaje kir ku peywendî pê re berdewam in û got ku wê tekezî li ser wê yekê kiriye ku ew têkiliyan bi rejîmê re bê beramber asayî nakin, û mercên xwe destnîşan kirin ku ew jî ev in: çareserîya siyasî, danîna destûreke nû ji bo Sûriyê û lidarxistina hilbijartinan li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, û rêjîm dizane ev şert û mercên Tirkiyê cedî û pêwîst in, ji ber vê yekê ew ji her pêwendiya bi Tirkiyê re dûr dikeve.

Û diyar kir ku Desteya Danûstandinan a Sûriyê pabendîyê bi biryarên Netewên Yekbûyî dike û bizavê dike ji bo cîbicîkirina biryara 2254 bi temamî, û pêşwaziyê li her planeke hevbeş a Tirkî-Erebî-Navdewletî dike ku çareseriya siyasî li gorî van biryaran pêk bîne, û amaje kir ku çareserkirina qeyranên hemû Welatên ku destwerdanê di Sûriyê dikin bi çareseriya siyasî ya berfireh ve girêdayî ye.

Serokê komîsyonê pesnê tevgera Siwêdayê da, û got ku piştî 12 salan tevger careke din dest pê kir, piştî ku kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de hat vegerandin ji rêjîmê re. Ew tevger daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 dike. Û piştrast kir ku hêz tê nûkirin û namire, kêm nabe û ranaweste, tiştekî gelê Sûriyê nemaye ku ji dest bide, ji ber wî bilintirîn nirx danîne, di ber xwe de û di ber hinan din de jî, ew nema paşve diçe. Eger çareya siyasî bicî nebe dê ev raperîn berdewam bin, qeyran bi dawî nabin, hejarbûna xelkê û nemana baweriyê bi rêjîmê û nebûna çareya siyasî û berdewamiya zordariya rêjîmê dê bihêle rewş xerabtir bibe eger planeke giştgîr tunebe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Share1TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Dilgiraniyeke mezin heye derbarê şerê li libnanê û bandora wê rewşê li ser kesên reviyane Sûriyê

Dilgiraniyeke mezin heye derbarê şerê li libnanê û bandora wê rewşê li ser kesên reviyane Sûriyê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.