Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, serdana hejmarek ji kampên li bakurê sûriyê kir, û di serdanê de bi nişteciyên kampan re civiya, û bal kişand ser ku tevî rewşa tirajîdî yaku niştecî têde dijîn lê ew li ser mafê xwe di jiyaneke azad û bi rûmet de rijd in, û mafê wan bo rizgarbûna ji rijêma tewanbar namire.
Û Elebde got ku rewşa xelkê me di kampên li hundir Sûriyê de pir bi êş û azar e, ji ber ku zehmetiya sermê di çadirên li çolê de dikşînin, û malbat di rewşeke dijwar de dijîn, di nav tunebûna tam ji çi pêdviyên sereke re bo ku sax bimînin, û zarok hewcedarî dibistan û jiyanê ne, û Elebde berdewam kir û got ku ev çi zordarî ye dermafê gelê ku tenê azadî û jiyana birûmet xwestiye.
Û Elebde bêdengiya navdewletî derbarê tiştê ku koçber û derbider dikêşin şermezar kir, û xwest ku Civaka Navdewletî û Nûnerê Navnetewî serdana kampan bike, ta ku bi çavê serê xwe qebareya tirajîdiya rijêmê çêkiriye bizanibe, ew tirajîdiya ku hîn didome di riya astengkirina rijêmê ji mîkanîzmên çareya siyasî re.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî cext kir ku ji Encûmena Ewlekariyê tê xwestin ku mîkanîzmeke kartêker bibîne, daku pirosesa siyasî pêşde here, û fişarin rasteqîn li rijêmê çêbibin, ji bo ku bighînin veguhestina siyasî yaku daxwazên sûriyan di azadî û demqrasiyê û jiyana birûmert de pêk werin.
Û Elebde bi çalakvaniyên xwcihî û rîspiyên gundewarê Heleb re civiya, û di hevdîtinê de pêgirî bi pirensîpên şoreşê û baweriya bi serkeftina bi saya xwedê kir, û di hevdîtinê de li ser rewşa jiyaneyî û pêdviyên pêwîst yên xelkê bakurê sûriyê û çakkirina xizmetkariyan axivî, û di vî warî de Elebde li gel Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, beşdarî di vekirina nexweşxaneya Şemarîn li gundewarê Helebê kir, daku xizmetkariyên tenduristî pêşkêş bike û awayê dabînkirina alavên guhdana bi pisporî ji xelkê me re xurt bibe, nemaze di warê nişterkariya hestî û nexwaşiyên dil de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî