Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, Enes Elebde, civînek ji dûrve li gel Balyozên Dewletên Yekîtiya Ewropî li Cinêvê li dar xist, û bi wan re behsa rewşa Sûriyê û kampên derbider û koçberan û pêşhatên pirosesa siyasî kir.
Û Elebde tekezî li ser girîngiya bikaranîna hemû karînan ji bo dabînkirina alîkariyên pizîşkî û mirovahî bo derbider û koçberên kampên bakur kir, nemaze pêdviyên zivistanê daku wan ji serma û seqemê biparêzin.
Û Elebde daxwaza yekrêziya karînan bo vekirina tevaya rêçên biryara navdewletî 2254 û karê li kêlek wê kir, û ku divê kar ne tenê di riya Komîteta Destûrî ya Sûrî be.
Û Elebde tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina mafên derbider û koçberan kir, û cext kir ku tu rewatiya hilbijartinên ku rijêma Esed ya kujer pê rabûye an dê pê rabibe nîne.
Û Elebde di hevdîtinê de bal kişand ser ku armanca pirosesa siyasî ew e ku veguhestina siyasî li gor biryarên Netewên Yekbûyê pêk bîne, û got ku em sûrî hêjayî pêşerojeke demoqrat û dewleteke ku têde azadî û rûmet û ewlehî dabîn bibe ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî