Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Komîsyona Penaberan û Komîsyona Mafên Mirovan kir, derbarê tiştê ku bi serê penaberên Sûrî li Libnanê tê, nemaze bûyerên dawîn yên ku li bajarokê Bişerî yê Libnanî çêbûne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di yadnameyê de diyar kir ku penaberên Sûrî li Libnanê rastî dijminkariyên berdewam tên, ên ku karmend li gel girûpin nijadperest û bi beşdariya eşkere an bi dizî ji aliyê hin kesên di desthilatê de pê radibin, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hejmarek ji agahiyên girêdayî bi kuştina bi mebest û ziyangihandina ta mirinê wergirtine, li gel nûçeyin girêdayî binpêkirinên mezin yên dermafê penaberan pêk tên, wek girtina kotekî û işkence û riswakirin û destdirêjîyên dermafê jin û zarokan.
Û Elherîrî şiroveyek li ser bûyera bajarokê Bişrrî yê Libnanî û tiştên ku penaberê Sûrî li wir rastiyê tên pêşkêş kir, û got ku siyaseta sizakirina komeleyî dermafê penaberên Sûrî li bişrrî hişt ku nijadperestî bi rengekî eşkere pir bibe, û tolhildan dijî sivîlên Sûrî yên bêguneh pêk were, û got ku mentiqa van kiryaran me vedigerîne rojên berî hebûna dewletê di çareserkirina piroblêman de, ji ber tolhildan û tunebûna desthilata yasayê û bênirxbûna dadweriyê.
Û got ku ev buyer ne ya bi tenê ye, û dê ne ya dawiyê be jî di dema gotara nefretê û tirsandina xelkê ji penaberan, û beşekî berfireh ji siyasiyên Libnanê bi wan karan radibe, ji ber ku têkçûna di warê gendeliyê de dixin situyê penaberên Sûrî, û berpisyariya hilweşîna rewşa Libnanî davêjin ser milê Sûriyan.
Û Elherîrî daxwaza veguhastina vê yadnameyê bo aliyên pispor kir, daku bihêlin dewleta Libnanî pabendiyê bi peymanên navdewletî bike, û hemû rêşûnên pêwîst bo parastina penaberên Sûrî yên li ser xaka Libnanê bistîne.
Û tekezî li ser pêwîstiya pabendiya desthilatên Libnanî bi tevaya rêkeftinên navdewletî yên taybet bi mafên mirofan û Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan a 1948, û herdû Peymanên Navnetewî yên taybet bi Mafên Sivîl û Siyasî û Aborî û Civakî ya sala 1966, û Peymana Cenevê ya 1951 derbarê penaberan kir.
Û tekezî li ser pêwîstiya hiştina desthilatên libnanî ku pabendiyê bi xebatên parastina penaberên sûrî û qerbokirina darayî û derûnî bo yên di bûyerên vê dawiyê li bajarê bişrrî ziyan dîtine kir.
Û xwest ku desthilatên Libnanî yên binpêkirin dermafê Sûriyên li bajarokê Bişrrî kirine veguhêzin dadgehan daku cezayê xwe bistînin, û nehêlin ku berpisyarên Libnanî daxwiyaniyên nijadperestî yên ku xelkê han didin li ser tundûtûjiyê bidin, û çi berpisyarên ku van kiryarên xirab dikin werin cezakirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî