Serokê desthilata Sûrî ya demkî birêz Ebdilrehman Mistefa, di simînarekê de, zankoya Istanbul Aydin lidar xistiye beşdar bû, di civîna 52emîn a dika Aydin ya ramangîrî de, li jêr navê “Şerê Navxwyî û Lêkolînên Destûrî li Sûriyê”.
Serokê desthilata demkî li ser dawîtirîn rewşa meydanî û siyasî li ser asta dosya Sûrî axivî, û tekez kir ko desthilat kar dike bo ewlehiyê li herêmên rizgarkirî xurt bike, û jiyana normal a niştecihan vegerîne.
Û diyar kir ko desthilatê çendîn pêrabûn di dema dawî de pêk anîne, wek bicihkirina karê encûmenên xwecihî û bihêzkirina wan, hem çakkirina asta xizmetan û ya jêrxanê, û dibîne ko pêşketina karê desthilatê dê bihêle penaber vegerin. Mistefa got: ‘’Bi garantîkirina hebûna aramiyê û gihaştina çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, dê miletê Sûrî ji koçberiyê vegere. ‘’
Mistefa tekez kir ko operasiyona Kaniya Aştiyê amancên mezin pêk anîn û bi buhayekî pir kêm, û bal kêşand ser ko hebûna milîtanên PYD wek dagîrkirinekê bû li wan herêman, û bi xêra operasiyona Kaniya Aştiyê pirojeyê wan têk çû, û yekîtiya xaka Sûriyê hate parastin.
Serokê desthilata Sûrî ya demkî tekezî li ser pabendiya xwe bi çareseriya siyasî kir, û her weha giringiya cîbicîkirina daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 bi tekûzî û li gora tiştê di biryarên navdewletî de hatiye.
Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê yên cîbicîkirinê diyar kirin ko ew dilxwazên azadî û dîmuqratiyê ne, û dixwazin aştî li Sûriyê pêk bê, û ji zordarî û tundrewiyê rizgar bibe.
Û tekez kir ko tiştê li Sûriyê çêdibe şoreşek li dijî rêjîma dîktator e, ya tawanên mezin derheqê sivîlan kirine, û hişt rêkxistinên teroristî geş û pir bibin, û hiştiye cîhan li pêşberî bijarteyên aloz be, an ew an ew rêkxistinên terorist.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî