Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, beşdariyê di yaneya Eldewha ya bîstemîn de, yaku sibeha îro ji hêla Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm Kurê Hemed al Sanî ve hate vekirin dike, û têde hejmarek ji serokên dewlet û hikûmetan û siyasî û perlemanter û ronakbîr û çêkerên biryarê ji çar aliyên cîhanê beşdarî kirin.
Yaneya ku di bin navnîşana “Guherîna Berve Serdemeke Nû” hatiye, û du rojan berdewam dike, û armanc jê ku diyalog derbarê astengiyên ku rastî cîhanê tên bibe, û pevguherîna ramanan û çêkirina siyasetan xurt bibe, û temîniyên bêne cîbicîkirin her weha giringtirîn astengiyên diyarde û pirsgirêka penaberan pêşkêş bikin.
Û gengeşeyên rûniştinên yaneyê li ser dirûşma sereke ya vê salê ne, ew jî guhertina berve serdemeke nû ye, li gel giringiya guhdana hejmarek ji warên sereke, di nav de hevpeymaniyên ciyosiyasî û têkliyên navdewletî û sîstema diravî û geşepêdana aborî û berevanî û ewlehiya sîpranî û ewlehiya xwarinê û guherîna keş û hewayê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî beşdarî di rûniştina ku îro li ser rola civaka navdewletî di rêvebirina kêşeya penaberan de li dar ketiye kir, û Elmislit spasiya tevaya dewletên hevkarî di kêşeya penaberên Sûrî de kirine kir, û bal kişand ser ku girîng e guh bibin sedemên bingehîn ên derketina penaberan.
Û di gotara xwe ya di rûniştinê de got ku bijarde li bal gelê Sûriyê di man an derketina ji malên xwe tune bû, lêbelê ji neçarî û ji tirsa kuştin û destdirêjiyên govdeyî û binçavkirinê ji malên xwe derket, û got ku tu kes dest ji mala xwe bernade, ji bo di konan de û di bin berf û baranê de bijî.
Û diyar kir ku operasyonên derketina penaberan hîn ranewstiyane û sûriyên ku li deverên rijêmê hîn li deriyên derketinê digerin daku ji wan deveran birevin, ev yek jî hejmarên ji aliyê navendên lêkolîn û nûçeyên alavên ragihandinê rojane dertên tekez dike.
Û got ku balefirên ku taxên Sûriyê bombebaran kirine niha bajarên Okranya jî bombebaran dikin, û got ku nandozên ku Botîn anîne Sûriyê niha li ser xaka Okranya kuştinê dikin, ew jî bû sedema çêbûna pêleke nû ya penaberiyê.
Û Elmislit tekez kir ku doza me li Sûriyê dozeke siyasî ye ne kêşeyeke mirovahî tenê ye, û daxwaza dîtina çareyekê kir, daku tevaya kêşeyên ku rijêma Esed çêkirine bi dawî bibin, di dema pûçbûna navdewletî ya niha de, û hêviyên xwe anîn ziman ku di yaneya dahatî de axaftin li şûna doza penaberan li ser geşepêdan û pêşketinê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî