Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hejmarek ji hevdîtinan li rex Yaneya Eldewha ya ku duh yekşemê bi dawî hatiye li dar xistin, û têde tekez kir ku gelê Sûriyê pêgiriyê bi daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê de dike, û ji tevayan daxwaza karê li ser pêşdebirina pirosesa siyasî berve pêşde bo cîbicîkirina tevaya biryarên navdewletî yên bi karûbarê siyasî ve girêdayî kir.
Û ew hevdîtin bi van kesatiyan re bûn: Cîgirê Serokwezîrê Qeterê Wezîrê Derve yê Dewlata Qeterê, Mihemed kurê Ebdilrihman al Sanî, Wezîrê Derve yê Qiralgeha Erebistana Siûdî Mîr Feysel kurê Ferhan kurê Ebdellah al Siûd, Wezîrê Derve yê Lîbiya Nejlai Menqoş, Cîgirê Serokwezîr Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Elsefedî, Wezîrê Derve yê Cezaêr Remedan Limamire, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên û Balyozê Misrê li Eldewha Emro Elşerbînî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bi hejmarek ji berpirsên berçav yên tirkiyê re civiya wek: Wezîrê Derve Mevlüt Çavuşoğlu û Wezîrê Berevaniyê Hulusi Akar û Berdevkê Fermî yê bi Navê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Balyozê Tirkiyê li Eldewha Mustefa Kokso.
Û li ser asta navdewletî Elmislit hevdîtin li gel Berpirsê Siyaseta Derve di Yekîtiya Ewropa de José Borrell û Cîgirê Wezîrê Derve yê Okranya Emîne Cabarofa û Sînatorê Emrîkî Lindsey Graham û herdû Şanderên Emrîka yên berê bo Sûriyê James Franklin Jeffrey û Joel Raiburn û Balyozê Firansayê li Eldewha Jean Batist Favr û Balyozê Birêtaniya li Dewha John Wilks li dar xistin.
Û Elmislit bi Serokê berê yê Desteya Danûstandinan ya Sûriyê Riyad Hicab û Serokê Hevbendiya Niştimanî yê berê Ehmed Muaz Elxetîb û Rêvebirê Sentera Lêkolînên Nakokiyê û Karê Mirovahî D. Sultan Berekat û hejmarek ji kesatiyên Revenda Sûriyê li Eldewha û Serokên Navendên Vekolînên Navdewletî û Erebî re civiya.
Û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya ku guh bidin sedemên rasteqîn yên li paş berdewamiya derdeseriyên gelê Sûriyê, û tekezî li ser giringiya standina pêngavin rasteqîn bo kartêkerkirina pirosesa siyasî û hilanîna rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed û qewtandina nûnerê wê ji Netewên Yekbûyî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî