Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Seroka Komara Kosovo Vjosa Osmani li rex Yaneya Eldewha yaku duh yekşemê bi dawî hatiye li dar xist, û pêre behsa dozên hevbeş di navbera herdû welatan de kir.
Û Elmislit tekezî li ser hevkariya gelê Sûriyê li gel miletê Kosovo û retkirina kiryarên ku vê dawiyê Sirbiya li ser sînorê Kosovo pêk anîne kir, û bal kişand ser ku gelê Sûriyê ji demeke dirêj de derdeseriyên terora rijêma Esed û piştgirên wê yên Rûsî û Îranî û milîsên mezhebî yên terorist dikşîne.
Û Elmislit cext kir ku doza Sûriyê dozeke siyasî ye ne mirovahî ye, û tekezî li ser giringiya piştgiriya vê dozê di civakên navdewletî de û pêşdebieina pirosesa siyasî daku bighêje çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî