Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li gel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Emrîka yê berpisê karûbarê Rojhilata Nêzîk Ethan Goldrich li Eldewha paytexta Qeterê civiya, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û pêşketinên pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û Bîlal Tirkiyê yê ku bi karûbarê Balyozxaneya Sûriyê li Qeterê radidibe di hevdîtinê de amade bû.
Û Elmislit tekez kir ku daxwiyaniyên Goldrich helwestên Emrîka yên retkirina rewakirina rijêma Esed û vegera wê bo Komkara Erebî diyar dikin, û cextî li ser pêwîstiya çaksaziya pirosesa siyasî di riya vekirina tevaya xalên biryara 2254 û di pêşî de Desteya Hikumdarî ya Veguhêz kir, û di heman demê de hişyarî da ji çi nerînên ku divên pirosesa siyasî ji rêya wê derxînin.
Û herdû aliyan rewşa girtiyan gengeşe kirin, û Elmislit daxwaza pêwîstiya desttêwerdana Emrîka bi awayekî lezgîn kir, daku fişara xwe ya navdewletî ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên bi kotekî bikar bîne.
Û herdû aliyan bûyerên Hesekê berçav kirin, û Elmislit tekez kir ku Taxa Giwêran tu rojan ne hêlîna endamên Daişê bû, û welatiyên ku koçber bûne û malên wan hatine rûxandin ew berê qurbaniyên rêxistina Daişê ne, û got ku çandina endamên Daişê li deverekê ji taxek ji taxên nişteciyan weke pilanekê ye daku xelkên wê taxê koçber bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî