Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi nûnerên rêxistinên şoreşgerî û siyasî û kesayetên Sûrî yên li bajarê Antakya yê Tirkiyê re civiya, û bi wan re rewşa Sûriyan li bajêr û pêşhatên dawî yên rewşa meydanî û siyasî gotûbêj kirin.
Û endamê Desteya Siyasî Selîm Idrîs û Hevrêzkara Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Elmislit li ser giringiya kar ji bo nehêlana çêkirina nakokiyan di navbera gelê Sûriyê û gelê Tirkiyê de û têkbirina hemû hewldanên bi armanca çandina nefretê di navbera herdu gelên bira de axivî, û Tekez kir ku helwesta Tirkiyê ji piştgirîkirina mafên gelê Sûriyê û doza wî ya rewa nehatiye guhertin û nayê guhertin.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêgiriyê bi pirensîpên şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê wê bo pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê kir.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî saziya hemû Sûriyan e, û ew kar ji bo temamkirina plana çaksaziyê yaku pê rabûye dike, di riya tevlêkirina nûnerên sendîke, yekîtî, komeleyên ciwanan û Revendên Sûrî re.
Û cextî li ser pêwîstiya yekkirina bizavan û zêdekirina hevkarî û hevrêziyê ji bo dan û standina bi astengî û mafên dema dahatî re ya li pêşiya şoreşa Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî