Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtin bi hejmarek ji balyozên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê re li Paytexta Qeterê li Eldewha di vexwendina sifredana fitarê de, ya li ser daxwaza Balyozxaneya Sûriyê li Qeterê li dar xist, û ew han dan li ser helwestên neguhêr derbarê doza Sûrî û pabendbûna bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi karûbarê Sûriyê, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2218 û 2254.
Û Rêvebirê Karên Balyozxaneya Sûrî li Qeterê Diktor Bilal Tirkiyê û Sekretêrê Yekemîn Se’ed Barûd, hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin, û balyozên Fransa, Spanya, Tirkiye, Portekîz, Arjantîn, Makedonya û dewletên Afrîkya û diplomatên ji Emerîka û Okranya û hejmarek ji dewletên Ewropî vexwendina Balyozxaneya Sûrî pejirandin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser pêşhatên piroseya siyasî di dosya Sûriyê de pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna veguhastina siyasî li welêt li gor biryarên navdewletî kir.
Û Elmislit daxwaza redkirina çi hewildanekê bo biserxistina rijêma Esed û kartêkerkirina rêya dadpirsînê kir, ji bo sizadana aliyên tawanên cengê dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, nemaze piştî berpisyariya rijêma Esed di ber pêkanîna tawanên kirêt dijî sivîlan de û çesipandina komkujiyên wê yên bi çekên kîmawî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî