Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Şendeya Diplomatîk a Emerîka li Dewhaya Peytexta Qeterê li baregeha Balyozxaneya Sûrî li Qeterê li dar xist, û pêre giringiya fişarên li ser hevalbendên rijêma Esed ji bo kartêkerkirina piroseya siyasî ya rawestyayî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir.
Û Elmislit spasî bo Washington li ser helwêstên wê yên li hember hewldanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed an çi pêngaveke rêdana biserxistina rijêmê pêşkêş kir, û tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina rêya dadpirsîn û sizakirinê yaku beşek sereke ye di pêkanîna veguhastina siyasî de li welêt kir.
Û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya dadpirsîna sembolên rijêmê yên berpirs di ber tawanan de dermafê gelê Sûriyê kir, û pesna pêngava dawîn ya derbarê yasaya kiptagonê û dûrxistina rijêmê ji civaka navdewletî û nehiştina rewatiya wê an normalkirina têkliyan pêre da.
Û Elmislit daxwaza pêwîstiya piştgiriya gelê Îranê di şoreşa wî ya berdewam de dijî rijêma meleyan û zuhakirina hebûna terorê ya vê rijêmê li Sûriyê nemaze milîsên mezhebî û milîsên dîtir ên di nav hêzên rijêmê de belav bûne kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî