Bi Hevrêzkariya Ofîsa Karûbarên Penaberan di Hevbendiya Niştimanî de Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî li gel Kombenda Koçberan li bajarê Serê Kaniyê yê gundewarê Hisiçê civiya, û giliyên wan û rewş û debara jiyanê û pêdviyên wan guhdarî kir.
Û di vê serdanê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamên Hevbendiyê Behcet Etasî, Yasir Elferhan, Ednan Rehmon, Mohemed Qedah û Ehmed Tuimê hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Kombenda Koçberan derdora pên hezar kes pêk tê, û ew ji yên ku rastî operasyonên koçberkirina kotekî li cûrbecûr parêzgehên sûriyê li ser destê rijêma Esed û Milîsên PYD hatine ne.
Û Endamên Kombendê daxwaza hebûna nûnerekî xwe di hundir encûmena xwecihî de kirin, daku dozên wan çareser bibin û pêdviyên wan di dema rewşa dijwar yaku koçber li bakurê sûriyê derdeseriya wê dikşînin dabîn bibin.
Û Endamê Kombendê diyar kirin ku ew hewcedar in ku rolekî wan di rêvebiriya xwecihî de, her weha di çalakiyên sivîl û şoreşgerî û çandî di bajêr de hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî