Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi hejmarek ji xwendekarên keç û law re li gundewarê bakurê Helebê civiya, û li pirsgirêkên ku rê li ber pirosesa xwendina wan digre û pêşketina xwendinê li deverên rizgarkirî asteng dike guhdarî kir.
Û Elmislit tekez kir ku xwendekarên keç û law paşeroj û samanê Sûriyê ne, û Hevbendiya Niştimanî giringiyek mezin dide ciwanan û karta hînkirinê li deverên rizgarkirî.
Û şiroveyek li ser pêşhatên piroseya siyasî di dosya Sûriyê de ji wan re pêşkêş kir, û tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demoqrasiyê de bi riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî doza Sûriyê kir, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Û Elmislit li daxwazên xwendekarên keç û law, ku yên herî girîng avakirina şaxeke zanîngeha Helebê ya azad li bajarê Bizaa û avakirina nexweşxaneyeke zanîngehê û vekirina peymangehekê ji bo amadekirina mamosteyan bûn, guhdarî kir.
û xwendekarên keç û law daxwaza dabînkirina amûrên veguheztinê ji bo şaxên zanîngehên deverê kirin, her weha kêmkirina xercên xwendina li zanîngehên taybet, û peydakirina hevkariyê bi zanîngehên mezin ên dewletên din re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî