Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, civînek di riya tora enternêtê re li gel şanderê Fransa bo Sûriyê François Cenemo lidar xist, tê de behisa pêşhatên meydanî û siyasî yên girêdayî bi rewşa Sûriyê kirin.
Û Şanderê Fransî tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji pirsa sizakirin û misogerkirina rizgarnebûna tewankaran ji cezayan kir, di riya xebata berdewam a Parîsê di hundir Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de, û nemaze piştî pesendkirina biryarê ji hêla Encûmena Cîbicîkar a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, ya ku rêjîma Esed bi bikaranîna çekên kîmawî tuhmetbar dike.
Û herdû aliyan dîtin ku ev biryar dikeve bercewendiya dadpirsîna rêjîmê li ser bikaranîna kîmawî, bi taybet piştî rapora dawiyê ya tîma lêpirsînan a girêdayî rêxistinê di 8 nîsana 2020an de.
Û şanderê Fransî dilxweşbûna Fransa bi rapora Komîta Şopandina rastiyan ya derbarê binpêkirinên rêjîma Esed dermafê mirovan li Idlibê anî ziman, û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya sizakirinê kirin.
Û tekeziya Fransa li ser piştgiriya wê ji karên destpêkirina ji nû ve ya pirosesa siyasî kirin, û herdû aliyan cext kirin ku rêça bitenê ji bo danîna sînorekî ji derdeseriyên gelê Sûrî re di riya pirosesa siyasî ya durust re ye, li gorî biryara navnetewî 2254 û daxuyaniya Cinêvê.
Û herdû aliyan pêkenoka hilbijartinên perlemanî yên rêjîmê pêkanîne gengeşe kirin, û bal kişand ku ew serhişkiya rêjîmê û retkirina wê diyar dike, derbarê tevlêbûna cidî di pirosesa siyasî de a ku bi sponseriya Netewên Yekbûyî li gorî biryara Navnetewî 2254 yaku bi awayekî eşkere rêşûna hilbijartinên azad û pak bi beşdariya tevaya Sûriyan tevî Sûriyên penaber û bi serpereştiya Netewên Yekbûyî li ser bingeha destûrekî nû tê de heye.
Û herdû aliyan behsa doseya alîkariyên mirovahî kirin, û Elherîrî bal kişand ku biryara Encûmena Ewlekarî ya dawîn derbarê dirêjkirina dema biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya dergehê Bab Elhewa tenê re dê bihêle bi melyonan ji wan alîkariyan mehrûm bibin, û tekezî li ser pêwîstiya avakirina komeke kar kir, daku li derveyî çarçoveya Encûmena Ewlekariyê berdewamiya gihîştina alîkariyan ji tevaya hewcedariyan re misoger bike.
Û Elherîrî tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji Desteya Danûstandinên Sûrî re kir, her weha piştgiriya Komîta Destûrî ya Sûrî da karên pê hatine spartin di demeke herî lezgîn de bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser girêngiya berdewamiya hevkarî û hevrêziya hevbeş di navbera Hevbendiyê û Hikûmeta Fransî de kir, û pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo rûbirûbûna bêtara Korona di riya Wezareta tenduristiyê di Hikûmeta Sûrî ya demkî re.
Û cextî li ser hewcedariya fişara navdewletî li ser rêjîmê ji bo serbestberdana girtiyên di zîndanên rêjîmê de kir, çimkî ew beşa ku heye bêhtir rastî Koronayê bê, ji ber nebûna guhdana pizîşkî û rewşa nemirovahî ya di girtîgehên rêjîmê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî