Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit bi nûnerên Sendîkaya Akademîsyenên Sûrî yên Azad re civiya, û bi wan re ketwarê fêrkirinê li deverên rizgarkirî gotûbêj kir, û li zehmetî û astengiyên ku rê li ber pêşketina sîstema hînkirinê digirin guhdarî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya başkirina piroseya xwendinê û berdewamkirina bizavên zêdetir ji bo ku fêrkirin li deverên rizgarkirî bibe nimûneyeke serkeftî di pêşerojê de kir.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya fêrkirinê ji bo amadekirina nifşekî nû yê gihîştî û hişyar kir, daku karibe tiştên ku rêjîma Esed û piştgirên wê wêran kirine ava bike.
Ji aliyekî din ve nûnerên Sendîkaya Akademîsyenên Sûrî yên Azad, behsa kêşeyên xwendina bilind li deverên rizgarkirî kirin, û daxwaz kirin ku ev kêşe ji bo çareserî û lênirînê bo Hikûmeta Sûrî ya Demkî werin şandin.
û li ser pirsgirêkên xwendekarên xort û keç nemaze pirsgirêkên hatinûçûnê û rêyan û pirsgirêkên zanîngehên taybet û destûrnameyên ku ji wan re hatine dayîn, axivîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî