Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit hevdîtinek li gel rayedarê Tevgera Rizgarî û Avakirinê Ceneral Hesen Hemadê û hejmarek ji rûsipiyên devara rojhilatê li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê di çarçoveya temamkirina nûnertiya sendîka û yekîtî û komikên jin û ciwanan di Desteya Giştî ya Hevbendiyê de li dar xist.
Û Elmislit qonaxên pirosesa çaksazîkirinê yên ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye berçav kirin, û li ser armanca wê di warê xurtkirina rewayê û zêdekirina pişikdariyê di karê siyasî û çêkirina biryarê de axivî.
Ji aliyê xwe ve Ceneral Husên Hemadê, tekezî li ser giringiya pêngava ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye bo zêdekirina nûnertiya hêzên şoreşgerî yên li ser xakê kir, û kaxeza daxwaza zêdekirina nûnertiyê di Hevbendiya Niştimanî de pêşkêş kir, her weha daxwaza nûnertiyek adilane bo devera rojhilatê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî