Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana baregeha Rayedariya Eniya Niştimanî ya Rizgariyê li navçeya Cindirêsê li gundewarê Efrînê kir, û bi Rayedarê Giştî yê Eniyê re Emîd Fezlullah Elhecî re civiya.
Di vê serdanê de, endamên Hevbendiyê Yasir Elferhan, Ehmed Elşihadî û Necîb Rehmûn hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, tekezî li ser pêwîstiya hebûna lêvegerekê û yek rêvebiriyê li tevaya deverên rizgarkirî û yekrêziya alan di bin yek alê de kir, her weha bihêzkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo şopandina doseyên fêrkirin û tenduristiyê.
Û Elmislit li ser pêşhatên pirosesa siyasî axivî, û tekezî li ser pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên niştimanî û daxwazên şoreşa Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hejmarek ji hevdîtin û civatan li gel Şandên Diplomatîk û Balyozên Dewletan rabû, û bi wan re behsa pêwîstiya fişaran ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254an kir, di riya karê li ser kartêkerkirina tevaya sepetên ku di biryara 2254an de hatine.
Û Elmislit tekez kir ku doza gelê Sûriyê siyasî ye, ne doza hawarçûnê ye, û got: “Em razî nabin ku ew doz bibe dozeke mirovahî, û çênabe daxwazên gelê Sûriyê û sedema sereke ya derdeseriyên wan bêtin piştguhkirin.
Ji aliyê xwe ve Rayedarê Giştî Emîd Fezlullah Elhecî, li ser amadekariyên leşkerî yên hêzên Eniyê axivî, û diyar kir ku Eniya Niştimanî li ser vekirina leşkergehên rahênanê yên nû kar dike, ji bo bilindkirina asta amadebûna leşkerî û hazirbûna ji tevaya sînaryoyên texmînkirî re.
Û bal kişand ser ku Îran derbasî tevaya deverên Sûriyê dibe, û niha komikên Îranî yên taybet li deverê çêbûne, ew tişt jî diyar dike ku çîroka ku rijêm hewldanê dike ku ji Îranê biqete xeyal e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî