Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li baregeha Hevbendiya Niştimanî li Ezazê, bi Rêveberê Polîsên Leşkerî Ceneral Ehmed Elkurdî û hejmarek ji serkirdeyên şaxên polîsên leşkerî li deverên rizgarkirî re civiya.
Û di hevdîtinê de endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Behcet Eletasî, Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Yasîn, Mihemed Qedah, û endamên Desteya Giştî Atêf Zirêq, Eseed Elîto, Heysem Elşihabî, Yosif Ebas, Mihemed Şêx Reşîd, Mihemed Salim Elmixlif, Ebdellah Zêno, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon di hevdîtinê de amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bizavên mezin yên ku polîsên leşkerî pê radibin û rola wan di dabînkirina ewlehiya deverên rizgarkirî de yaku pir giring e ji bo pêkanîna aramiyê li deverê bilind nirxand, û bal kişand ser ku babetên ku polîsên leşkerî bi wan re mijûl dibin babetin pir hestyar in.
Û Elmislit li ser gotegotên ku ji aliyê rêjîma Esed ve tên belavkirin axivî, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêgirê piransîpên şoreşa Sûrî ya gewre ye di pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide ku hemû yek dest bin, û peyam yek be, di çarçoveya piransîpên şoreşa Sûriyê de, daku di mejiyê sûriyan de were bicîkirin.
Ji aliyê xwe ve Rêveberê Polîsên Leşkerî Ceneral Ehmed Elkurdî, behsa karê polîsên leşkerî û rola wan di parastina ewlehiyê de û şerê li dijî şanên razayî yên rêjîma tawankar û milîsên terrorist yên pêve girêdayî kir, û got ku polîsên leşkerî bi hevkariya li gel Artêşa Niştimanî gelek operasyonên terorîstî têk birin beriya ku bigihên armanca xwe.
Û Elkurdî tekez kir ku polîsên leşkerî rewşa zindanan bi awayekî baş organîze kirin, û bal kişand ser ku niha di zindanan de ofîsên xwendinê herweha ekranên ku pirogramên perwerde û bêhnvedanê ji girtiyan re pêşkêş dikin hene.
Û Got ku ev çend heyvin polîsên leşkerî kar bo damezrandina komîteya dijî madeyên hişber bi hevkariya alîyên sivîl û leşkerî li deverê dike, û erkê wê komîteyê têkbirina keresteyên hişber e, her weha pirosesa perwerdekirin û hişyarkirinê ta bighêje çavdêriya guhdana tenduristî bo kesên wan madeyan dibin ta başbûna wan bi awayekî tam.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî