Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî D. Bedir Camûs, hevdîtinek li gel Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarê Rojhilata Jêrîn yê Şanderê Emerîkayê yê Taybet bi Dosyaya Sûriyê ye, Ethan Goldrich, li paytexta Belçîka, Brukselê pêk anî, û pêre pêşhatên pirosesa siyasî li Sûriyê di dema helmetên asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re gotûbêj kirin.
Û di civînê de Cîgirê Serok Ebdulehad Istêfo, endamê Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û endamê Desteya Danûstandinê Ehmed Elesrawî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya helwêstên Amerîkayê û gavên wê yên vê dawiyê avêtine derbarê şermezarkirina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re û hewldana biserxistina wê, kir.
Û amadebûyan tekezî li ser redkirina helmetên asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re, û berdewamiya sepandina sizayên dewletên rojava li ser wê kirin, û rijdî li ser wê yekê kirin ku take-awayê çareseriyê li Sûriyê di rêya Netewên Yekbûyî li Cinêvê re ye, bi cîbicîkirina biryara 2254 û gihîştina veguhestina siyasî ya tam li welat a daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne.
Û li ser rola xirab a Îranê li Sûriyê û destêwerdana wê di karûbarên hejmarek ji dewletên ereban de, û destdanîna wê li ser biryara hejmarek ji paytextên wan, ku ev yek hewcedarî roleke Amerîkî ya zêdetir di dosya Sûriyê de ye, ji bo rawestandina jiserxweçûna Îranê, axivîn.
Û di hevdîtinê de tekezî li ser rêgeha dadpirsîn û sizadanê, her weha li ser karkirina ji bo dadgehkirina rijêma Esed li ser tawanên cengê yên di salên bûrî de dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, hat kirin.
Ji aliyê xwe ve, Goldrich tekezî li ser neguhêriya helwesta welatê xwe ya piştgir ji daxwazên gelê Sûriyê re, û dijî rakirina sizayan û asayîkirin têkliyan û nûveavakirinê ye, heyanî ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û di bin sîwana Netewên Yekbûyî de pêk were, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî