Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, pêşwaziya Serokê Saziya Sûrî ya Rewşên Awarte D. Haşim Elmubarek û endamê revenda Sûrî li Emrîka D. Emar Ebo Gide kir, û bi wan re behsa gurkirin û dorpêçkirina ku xelkê parêzgeha Deraayê ji aliyê rijêm û milîsên Îranî ve rastiyê tên û dawîtirîn pêşketinên siyasî û meydanî li Sûriyê kir.
Û Elmislit şiroveyek li ser dawîtirîn pêşketinên meydanî li Deraa û tiştê ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye daku dewletên kartêker bilivîne ji bo ku helwest û pêngavin piratîk bistînin bo rawestandina gurkirina rijêma tawanbar û milîsên mezhebî û dorpêçkirinê ji ser 11hezar malbat yên li Deraa Elbeled dijîn hilîne pêşkêş kir.
Û Diktor Haşim Elmubarek li ser xebatên ku Saziyên Sûrî-Emrîkî di pêwendiyên li gel aliyên fermî yên Emrîkî pê radibin bo rawestandina dijminkariyê li ser xelkê me li Deraa axivî.
Û di hevdîtinê de li ser karê berçav ê ku Saziya Sûrî ya Awarte derbarê Doseya Qeyser yaku ji encamê yasaya sizadanê ya bi navê Yasaya Qeyser hatiye naskirin li ser rijêma Esed û piştgirên wê hatiye sepandin axivîn.
Û herdû aliyan di hevdîtinê de asoyên hevkariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Saziyên Sûrî – Emrîkî de bo xizmeta gelê me û doza Sûrî bi giştî behis kirin, ji ber ku rola Emrîka sereke ye di ajotina berve çareya siyasî li Sûriyê, daku wê pirosesê vegerînin riya rast, piştî ku rijêmê bi awayekî berdewam astegnî xistine riya çareya siyasî li Sûriyê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola Revendên Sûrî li curbecur dewletên cîhanê û bandora wan di gihandina dengê sûriyan û doza wan û daxwazên şoreşa wan bo raya giştî û navendên biryardanê kir, û Elmislit pesnê xebatên Revendê û saziyên Sûrî li Emrîka û rola wan ya giring di pêwendiyên li gel rayedarên sivîl û siyasî da, daku berve piştgiriya gelê Sûrî bibin, û komelkujiya berdewam dermafê wan rawestînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî