Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro, li Hewlêrê Paytexta Herêmê civiya, û di civatê de behsa têkliyên dualî û giringtirîn dozên hevbeş û astengiyên rastî deverê tên kirin.
Û di hevdîtinê de herdu Cîgirên Serokê Hevbendiyê Ebdulhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Mihemed Silo û Yasir Elferhan amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî helwestên Herêmê û rayedarên wê derbarê gelê sûrî û daxwazên wî yên rewa bilind nirxandin, nemaze ku herêmê pêşwaziya bisedên hezaran ji penaberên sûrî yên xwe li herêmê girtine kir, û ew hembêz kirin tevî rewşa dijwar.
Û Elherîrî tekezî li ser astengiyên mezin yên pirojeya Îranê û Milîs û destekên wê li sûriyê û deverê kir, û bal kişand ser hebûna rêxistina PKK ya teroristî li bakur û rojavayê sûriyê û kiryarên wê yên teroristî dijî xelkê me li wir nemaze yên kurd, bi taybet di warê leşkerkirina ciwan û keç û zarokan de, her weha girtina kotekî û guhartina demografî û çandî li deverê.
Û ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmetê bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide tevaya bizavên ji bo çareya siyasî ji doza Sûriyê re li gorî biryarên navdewletî, daku hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û dewleta demoqrat û rizgarbûna ji rijêma diktatorî pêk werin, û pêwîstiya wê xebatê bo aştî û ewlehiya deverê, û bal kişand ser giringiya dabînkirina mafên hemû pêkhatên sûriyê û di nav de kurdên sûrî jî, û Serokê Hikûmetê cextî li ser hevrêzî û hevkariyê bo rûbirûbûna tevaya astengiyên hevbeş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî