Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li New Yorkê, li rex karên xola 77emîn a civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî, civînek li gel Wezîrê Karûbarê Derve û Ewropayê yê Maltî Iyan Borg, û Nûnerê Herdemî yê dewleta Malta li bal Netewên Yekbûyî Vanessa Fraser li dar xist.
Û di hevdîtinê de Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û herdû endamên Desteya Danûstandinê Fedwa Eluceylî û Îbrahîm Biro amade bûn.
Û amadebûyan pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê û pêşketinên qeyrana Okranyayê û bandora wê li ser dosya Sûrî û rola neyînî ya Rûsiya di Encumena Ewlekariyê de û piştgiriya wê ji diktatorên cîhanê re û jikarêxistina Encumena Ewlekariyê di riya bikaranîna VETO re gotûbêj kirin.
Û amadebûyan li ser giringiya hevkariyê û kar li ser piştgiriya nûjenkirina biryara 2462 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re axivîn, her weha pêşdebirina piroseya siyasî bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2254 û 2118 nemaze ku Malta dê di sala dahatî de bibe endama Encumena Ewlekariyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî