Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra gotarek bi boneya Cejna Krîsmis û sersala 2024 pêşkêş kir, têde pîrozbahiya tevaya gelê Sûriyê û bi taybetî xiristiyanan kir û hêvî kir ku bo wan û tevaya gelên cîhanê sala nû ya xêr û bereket û aştiyê be.
Û Elbehra di gotina xwe de tekez kir ku gelê Sûriyê tevî derdeseriyan û rewşa dijwar a ku têre derbas dibin, hîn jî daxwaza jiyaneke bi rûmet di dewletekî de li ser bingeha dadwerî, azadî, rûmet û hevwelatîbûna wekhev ava bûbe dike, Sûriyake nû ya ji bo hemû sûriyan be, û bidestxistina mercên guncav ji bo vegera bi dilê xwe ya bi rûmet ji tevaya koçberan re.
Û Elbehra careka dî bibîr anî ku gelê Sûriyê hîn jî di şert û mercên nemirovane de dijî, û ew jî wek gelên din li seranserê cîhanê hêja ye ku di jiyaneke aram û ewle de bijî, û şayistê piştgiriyê ye bi tevaya rêyan bo kêmkirina êş û azarên wî û derfet bo wî bêne dan da ku pêşeroja xwe ava bike û di aramî û aştiyê de bijî.
Û Elbehra tekez kir ku baweriya Hevbendiya Niştimanî bi aştiyê heye û daxwaza wê dike, û şoreşa Sûrî çawa ku bi awayekî aştiyane dest pê kir, vaye li Siwêdayê û deverên dî yên welatê me yê hêja bi aştiyane berdewam dike.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê bizavê dike, û cext kir ku aramî û yekbûna Sûriyê bi xak û gelê wê ve pêk nayê ji bilî bi rêya veguhestina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya jimar 2254an, û çespandina nirxên jiyana hevbeş bi awayekî ku yekîtiya gelê Sûriyê bi hemû cihêrengî û pêkhateyan xurt bike, û asta jiyanê ji bo hemû welatiyan li hemû deveran û bi beşdariya tevaya sûriyan çak bike.
Û Elbehra ji tevaya gelê Sûriyê xwest ku karê yekdest bikin ji bo gihiştina Sûriya ku em tev têde li kêleka hev bijîn û bi hev re kar li ser avakirina dewleta demoqrasiyê ya nûjen bikin, ya ku li ser bingehên dadwerî û serweriya yasa û hemwelatîbûna wekhev rêve biçe, û garantîkirina mafên hemû Sûriyan bê cudahî, di welatekî de ku cihê tevaya welatiyan têde hebe, û tevaya gelê xwe wek mezintirîn saman bo paşerojeke geş pêşwazî bike.
Û Elbahra di gotara xwe de, Filistîn wek welatê jidayikbûna Hezretî Îsayê Mesîh Pêximberê Evînê û gelê wê yê hêvîdarê aştiyê ye lê têde najî, bi bîr anî, û careka dî daxwaza rawestandina dijminkariya li ser Gezayê û piştgirîkirina hewlên ku mafên wan ên rewa garantî dikin kir, her wiha ku aştî di navbera gelên deverê de bicî bibe û aşitî û ewlehiya navdewletî pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
Tags: Cejna Zayînê – Serê Salê