Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Mîkanîzmên Nû ji Netewên Yekgirtî Dike ji bo Rawestandina Bobilata li Idlibê

May 31, 2019
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Serokê Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Mîkanîzmên Nû ji Netewên Yekgirtî Dike ji bo Rawestandina Bobilata li Idlibê

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, piştrast kir ku bûyerên kuştin û wêrankirinê yên li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê diqewmin, ji encama xemsariya civaka navnetewî û polîtîk û helwêstên wê yên sist û lawaz dibin.

Mistefa di axaftineke tomarkirî de li ser rewşa Idlib û Hemayê got ku divê civaka navnetewî biryarên pratîk bistîne ji bo rawestandina bi yekcarî ji kiryarên kuştin, wêrankirin û koçberiya bi darê zorê re, û bal kişand ku ” biryarên navnetewî tenê têrê nakin, ji ber pêwîstiya biryaran bi pabendbûn û cîbicîkirinê heye, û biryar ji xwe ve cîbicî nabin!”.

Wî axaftina xwe arasteyî Netewên Yekbûyî û dewletên kartêker kir û got: “Divê hûn berpirsiyariya ji bo cîbicîkirina biryaran û bicîhanîna yasa navnetewî û darazindina tawanbaran li xwe bigirin … lê dudilî û jimartina qezenc û ziyznan , ne ew e riya rûbirûbûna tawanbaran “.

Wî daxwaza mekanîzmayên alternatîv kir ji bo rawestandina bobilata berdewam li Sûriyê, û daxwaza rakirina astengiyan kir ji bo rê li ber rejîmê bigire, û hemû fişeran têxin li ser Rûsya ji bo rawestandina êrîşan û piştgiriya xwe ji Esed re.

Mistefa diyar kir ku berpirsiyariya di ber tawanên li dijî sivîlan de “zelal e, û tawankar xuya ne”, û diyar kir ku ew hêzên rejîma Esed û çekdarên Îranê û Rûsya ne, û bal kişand ku hemû hewldanên navnetewî ji aliyê Rûsyayê têne têkşikandin û wê karê Konseya Ewlekariyê beravêtî kiriye, û tekez kir ku ew berdewam e di binpêkirina zagonê û rêznegirtina karûbarên komîsyonan û redkirina encamên lêkolînên têne pêkanîn ji aliyê lêkolînerên navnetewî.

Herwiha tekez kir ku Moskow bûye hevparê rasterast di pêkanîna tawanan de her ji destpêka destêwerdana Sûriyê de, ku bajar û bajarok bi mebest bombebaran kirin, hevdem ligel lawazkirina pêvejoya çareseriya siyasî û piştgirtina yekalîkirina leşkerî û kuştin û koçberkirina bi darê zorê.

Serokê Hevbendiyê diyar kir ku welatiyên sivîl li deverên kêmkirina bûyerên zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, rastî hemû tiştên qedexe û neheq û dijî yasa navnetewî dibin, weke bombeyên balafirên Rûsî, bermîlên teqîner û bombeyên fosfora spî, zêdebarî çekên kîmyayî û bombebarana topan li ser bajar û bajarokan.

Û diyar kir ku xalên bijîşkî û nexweşxane, armancên sereke yên bombebaran û kuştina rejîmê ne, û got ku ji ber vê yekê ew bûne ji cihên herî metirsîdar.

Li dawiyê tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji bizavên Artêşa Azad ya Sûriyê û artêşa Tirkiyê re kir, yên bi hevkariya xwe êrîşên mezin li dijî terorê serxistin, û bal kişand ku Tirkiyê hêjî bi xurtî kar dike ji bo rawestandina kuştinê û piştgiriya çareseriya siyasî û rizgarkirina jiyana welatiyên sivîl û nehlana koçberbûna wan ji malên wan.

Wî gazî li “tevaya dewletên ereb yên bişeref û cîhanê hemî kir da ligel rastiyê rawestin, ligel qurbaniyên êrîşên xirab û neheqî li dijî gelê me, û bibin alîkar bi hemî wateyên piştevaniyê û awayên berdest”.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Gaziyên Navnetewî ji bo Parastina Zarokên Sûriyê ji Bombebarana Rejîmê û Rûsyayê

Gaziyên Navnetewî ji bo Parastina Zarokên Sûriyê ji Bombebarana Rejîmê û Rûsyayê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.