Hin saziyên navnetewî, dakokî kirin li ser pêwîstiya bidawîkirina trajediyên zarokên Sûriyê li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, yên zêdetir ji mehekê ve rastî bombebaraneke tund ji aliyê hêzên rejîma Esad û Rûsya dibin.
Rêxistina Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF), bang ji bo rawestandina terajediya zarokên deverê kir, û bal kişand ku bi dehhezaran zarok ligel zêdebûna êrîşên rejîmê ketine di bin rîska mirin û nexweşiyê, yan jî derbideriyê de.
Rêvebira cîbicîkar ya (UNICEF), Henrietta Fore, duhî di daxuyaniyekê de, tekez kir ku herî kêm 134 zarok hatine kuştin û bêhtir ji 125 hezar zarokên din derbider bûne ji ber zêdebûna tundûtûjiyê.
Henrietta Fore got ku 30 nexweşxane hatin bombebarankirin, û vê hinek hevparên UNICEF neçar kirin ku bizavên xwe yên ji bo çavdêriya saxlemiyê û hewldanên xwe yên ji bo parastina jiyanê rawestînin, û diyar kir ku nêzîkî 34 hezar zarokî dest ji dibistanan berdane, û ezmûnên xwendinê li hin taxên Idlibê hatin rawestandin, ku vê yekê bandoreke neyînî xistiye li ser perwerdehiya nêzîkî 400 hezar xwendekarî.
Wê diyar kir ku UNICEF kar dike da xwe bigehîne zarokan bi riya peydakirina klînîkên veguhêz û vaksîn û xwarin û vexwarinê û piştgiriya derûnî û civakî û dabînkirina avê û avarêjiyê.
Wê daxwaza parastina zarokan û binesaziya sivîl û nexweşxane û dibistanan û rawestandina êrîşên dijî zarokan li Sûriyê kir, û diyar kir ku ev çareseriya bilez nikare bandorên giran yên vê tundûtîjiya hovane û neheq tune bike.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de tekezî kiribû ku ji aliyên civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî tê xwestin ku mîkanîzmeke guncaw bibînin ji bo rawestandina komkujiyên berdewam yên bi destê hêzên rejîmê û balafirên Rûsyayê û milîsên Îranê, piştî ku şêweyên berê çi sûde nedan ji bo rawestandina kuştin û tawankariyên di derheqa miletê Sûrî de.
Û Tora Sûrî ya mafên mirovan li roja çarşemê daxwaza komkirina piştgiriyê ji bo parastina gelê Sûriyê kiribû , her weha bikaranîna benda heftem û pêkanîna prensîba berpirsiyariya parastinê ya ji aliyê Civîna Giştî ya Netewên Yekbûyî hatiye pejirandin.
Tê zanîn, ku kampanya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsyayê li vê dawiyê li ser gundewarên parêzgehên Idlib, Hema, Heleb û Laziqiyê, her ji dawiya meha nîsana borî ve û heta niha, bûye sedema kuştina 568 welatiyên sivîl, di nav de 162 zarok, zêdebarî derbiderbûna derdora nîv mîlyon kesî li gorî raporta dawî ya tîma kordînatorên bersivdanê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî