Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa tekez kir ko rêjîma Esed komkujiya li Circinaz li gundewarê Idlib çêkir, nameyeke diyar e ji civaka navdewletî re ko ew neguhdêr e bi çi peymanên çêbûne.
Mistefa got bêdengiya civaka navdewletî û devjêberdana wê ji berpirsiyariyên wê rê dide ku berdewam wek van tawankarî çêbibin.
Çalakvanan ji gundewarê Idlibê şehîdketina 10 sivîlan ji wan jî du zarok belgeh kirine û bi dehan li bajarê Circinaz li gundewarê Idlibê birîndar bûne, bi encama bombebarana bi 20 guleyên topê ji hêla hêzên Esed ve yên ji herêma Icaz li gundewarê başûr davêje.
Çalakvanan gotin ku bombebaran giha mizgeftekê digel hebûna sivîlan li mizgeftan çimkî dema nimêja înê bû.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de berpirsiyarî da ser milê Rûsya ko ew berpirsiyar e di ber vê vê komkujiyê de, hem jî ew berpirsyar e di ber binpêkirinên peyapey de yên ji hêla rêjîma Esed û milîtanên Îranî ji peymana Idlibê re, tekez kir ko tiştê çêbû binpêkirineke aşkere ye ji biryarên encûmena ewlehiyê û peymana Cinêvê re ya ko dibîne armanckirina sivîlan tawankariyek e.
Hevbendiya Niştimanî ji Rûsya daxwaz kir ko nehêle rêjîm û milîtanên Îranî peymana Idlibê binpê bikin, û destnîşan kir ku giring e bizav bi berdewamî bên kirin da vê peymanê bikin derfetek ji bo livandina pirosêsa siyasî ta bigehên veguhastina siyasî ya tekûz, û balkişand ser ko beraber wê Îran dixwaze wê têk bide.
Di heman pêvajoyê de çalakvanan ji gundewarê Idlibê û Hemayê gotin ku hêzên Esed duh bi dehan guleyên topê gund û bajarokên Eltemanie û Iskîk û Elteh û Um Celal û Elferce li gundewarê Idlib yê başûr hem derdorê xala çavdêriyê ya Tirkiyê li Elsirman û bajarokê Tewîl Elhelîb li gundewarê Idlib yê rojhelat amanc kirin, her weha herdu bajarok Eletamine û Morik û gundê Mierkibe û Elbiwêde û xaka çandiniyê ya gundê Etşan û derdora gundê Elcîsat li gundewarê Hemayê hatine amanc kirin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî