Serokê Hevbeniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberia Sûrî, Dr.Nesir Elherîrî, nameyên sipasiyê ji Wezîrê Derve yê Balçîka, Fîlîb Cofîn, û Wezîrê Derve yê Almaniya Hîko Mas, re şandin, li ser xebata wan ya ku tê de nehiştin Rûsiya û Çîn Veto di Encûmena Ewlekarî bikar bînin, dijî biryara nûkirina spartina karê gihandina xwarin û dermên û alîkariyên din di riya deriyê Bab Elhea yê sînorî re.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî cextî li ser giringiya berdewamiya kar ji bo gihandina berdewam ji alîkariyên mirovahî re kir, tevî astengiyên li pêşiya xebatên hevbeş, yên di riya bikaranîna Veto re tên danîn.
Û Elherîrî bilindnirxandina Hevbemdiya Niştimanî ji karên ku Hikûmeta Belçîka û gelê Belçîkî û Hikûmeta Almana û gelê Almanî, yên ku bi germî pêşwaziya penaberên Sûrî yên ji ber tewanên rêjîma Esed û milîşeyên terrorist reviyane kirine anî ziman.
Û Serokê Hevbendiyê bal kişand ser girîngiya çareya siyasî ya rasteqîn li Sûriyê, li gorî biryarên Netewên Yekbûyî, ya ku dê bihêle penaberên Sûrî vegerin welatê xwe.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser baweriya xwe bi pabendiya herdû dewletan bi mafê gelê Sûriyê yê azadî û rûmetê kir, û cextî li ser girîngiya xurtkirina xebatên rawestandina kuştin û terora berdewam dijî gelê Sûriyê kir, û alîkariya wî bibe da ji vê astengiyê xelas bibe û dewleteke li ser bingeha azadî û dadweriyê û hikumdariya rast ava bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî