Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, rûniştineke diyalogî li gel rojnemevanan li bajarê Stanbolê yê Tirkiyê lidar xist, û ev rûniştin piştî ku hejmarek ji hevdîtinên dîplomatîk yên ku Hevbendiyê li New York, Washington û Enqerê lidar xistine de hat.
Û di rûniştina diyalogî de, hejmarek ji rojnemevanên ji curbecur saziyên ragihandinê yên Sûrî û Erebî û Tirkî amade bûn, daku encamên gerên siyasî yên ku şandê Hevbendiyê û Desteya Hevdîtinê pê rabûne bizanibin, ji ber ku Şandê Hevbeş bi serkarên siyasî li New York, li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û li gel berpirsên siyasî di Koşka Sipî û Wezareta Derve ya Emrîka û Kongirêsê li Washington hevdîtin lidar xistin, her weha behsa hevdîtinên ku Hevbendî li Enqerê pê rabûye hat kirin.
Û Elmislit di axaftina xwe de, tekez kir ku wan ji Emrîka xwest ku bi yek şêweyî bi tevaya pêkhatên devera Rojhilatê Ferêt re bide û bistîne.
Û Elmislit got ku di hevdîtinên li gel serkarên Emrîkî li Washington, em pê hest bûn ku Rêvebiriya Emrîkî normalkirina têkliyan li gel rijêmê red dike, û pabendiyê bi berdewamiya sizayan li ser rijêma Esed dike.
Û got ku doseya Sûrî bi awayekî sereke ji Washington de dilive, ji ber ku bi gelenperî ji wê derê de dever tête livandin, û fişar ji aliyê endamên Kongirês û alavên ragihandinê her weha bi alîkariya Revenda Sûrî li Emrîka çêdibe, ji bo piştgirya doza me, û bêhtirkirina hevkariya wê li gel Tirkiyê dê erênî be bo Sûriyan.
Û derbarê Rojhilatê Ferêt Elmislit got ku me tekezî li ser pêwîstiya hevrêziya Emrîkî-Tirkî derbarê Sûriyê, û li ser ku dever ji aliyê xelkê wê ve were rêvebirin kir.
Û Elmislit tekez kir ku hilbijartina rêya siyasî ji hêla Hevbendiya Niştimanî ve û çûna wê ya Cinêvê bo danûstandinan di riya Netewên Yekbûyî re, armanc jê ku bighêje veguhestina siyasî, ne tenê ji bo berdewamiya danûstandinên sermedî be.
Û derbarê danûstandina navdewletî li gel Sûriyê, Serokê Hevbendiyê got ku guhdana navdewletî bi karûbarê Sûriyê re nema mîna berê ye, û li ba hin dewletan tenê bûye doseyeke hawarçûnê û nema dozeke siyasî ye, lê serdana me giring bû, û me karibû nerînê serrast bikin, û tekez bikin ku bingeha doza me şoreşa gelekî dijî stemkariyê ji bona azadiyê ye, û Elmislit got ku dema gera Komîteya Destûrî hate destnîşankirin, û got ku di hevdîtinên li gel Navgînê Navdewletî Pedersen de, em hest bûn ku ew derdê serhişkiya rijêmê û berepêkên wî dikşîne.
Û Elmislit anî ziman ku me ji Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî xwest ku bi Sûriyan re wek birayên me Filestînî bidin û bistînin, nemaze di warê bideranîna belgeyên ku Sûriyan ji rijêmê biparêzin de.
Û derbarê normelkirina têkliyan ya dawîn ji hêla hin dewletên Ereb ve li gel rijêma tawanbar, Elmislit got ku mixabin hin dewletên Ereb biryara wan di destê Îranê de ye, û tekez kir ku rewatiya rijêma tawanbar û têkliyên li gel wê di çi rewşê de be nayê pejrandin, ji ber ku rijêmê Sûriya kir ji dewletên herî xizan li ser asta cîhanê, û vegera têkliyan bi rijêmê re ji hêla kîjan dewletê ve be dikeve berjewendiya Îranê, û berhemê wê têkliyê dê hîn bêhtir pêkanîna tawanan dermafê gelê Sûrî bin.
Û Elmislit pesnê dewletên Erebî yên bira yên ku li ser pirensîpa xwe ya neguhêr mane da, û di pêşî de Erebistana Siûdî yaku têkliyan bi rijêmê re normal nake, û hêvî kir ku hevkariyeke Erebî- Siûdî- Tirkî pêk were, daku erênî be di warê piştgiriya gelê Sûrî û daxwazên wî yên rewa de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî