Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, gotarek di destpêka vekirina civata Desteya Giştî ya Encumena Hoz û Êlên Sûrî yaku li bajarê Gazî Entabê yê Tirkiyê birêketiye pêşkêş kir, û têde tekezî li ser giringiya xurtkirina pişikdariya rasteqîn di navbera saziyên şoreşa Sûrî de û yekîtiya xebatan bo pêkanîna daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de kir.
Û di rûniştina civakê de, Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Hejmarek ji Endamên Hevbendiyê û Desteya danûstandinê amade bûn.
Û Elmislit bal kişand ser ku neyekbûna kar û tunebûna hevrêziyê gelek derfet ji destê şoreşa me birin, û daxwaza vegera destpêşxeriyan û livandina ava rawestyayî û vegerandina navendîbûnê bo şoreşa Sûrî kir, di riya karê niştimanî re, li ser bingeha yekdestî û yek armanc, yek nerîn û yek peyvê re.
Û Elmislit tekez kir ku berhemê vî karî dê avakirina “Sûriya yekgirtî” be, yaku gelê wê qehremanî diyar kirine û qurbanî dane û nimûneyên deyax û viyan û hêza derûnê pêşkêş kirine, û bal kişand ser ku gelê Sûrî bi mafên kêm razî nabe, û kêmî azadî û rûmet rizgarbûna ji stemkar û terorê napejrîne, daku di dewleteka demoqrat de ya ku rûmeta mirov û mafên wî têde parastî bin bijî.
Û Elmislit got ku divê em di standina biryarên dijwar de dilêr bin, û em doza xwe bikin tiştekî komelgehî û em destê xwe dirêjî her azadîxwazekî di cîhanê de bikin, û daxwaza piştgiriyê ji tevayan kir, daku hêzên me û xebatên me bi yek bin, û ji bo pêkanîna vê nerînê yekdest bin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî cext kir ku rijêmên terrorist gelên xwe birçî dihêlin û piştgiriya darayî bo terora derveyî xakên xwe dikin, lê rijêma Esed gelê xwe riswa û birçî dike û alîkariya terorê bo kuştina gelê xwe dike, û got ku rijêmê bi hemû amûrên xwe yên ewlekarî nikarîbûn li pêşiya xwepêşandanên aştiyane raweste, û bi dirêjiya deh salan bi hemû çekên xwe û hemû milîs û nandozan li hember kesên sivîl û bêçek rawestiya, lê nikaribû şoreşê vemrîne an gel bêdeng bike.
Û Elmislit tiştê ku niha li Deraa dibe wek nimûne anî ziman, Deraa yaku qêrîna xwe a yekemîn “Em dimrin lê em serî naçimînin” vedigerîne, û ciwanên wê bi vîna xwe berxwedanê bo azadî û rûmetê dikin, û çekên wan nirx û pirensîpên şoreşa Sûriyê ne, û tucarî gavên xwe paşde navêjin ta armancên xwe pêk bînin.
Û bal kişand ser rewşa nişteciyan li deverên di bin kontirola rijêmê de, û rewşa nişteciyan li wir diyar kir ku rijêm nikare kêmtirîn mafên wan ên nan û av û elktirîkê dabîn bike, û got ku bi sedema rijêmê Sûriya katiye dawiya lîsteya pîvanên ewlehî û azadiyê li ser asta cîhanê, lêbelê Sûriya wek cîgehê herî xeternake bo jiyanê, ew jî ji ber vê rijêmê, yaku nikare çi pêdiviyên jiyanê pêşkêş bike.
Û Elmislit tekez kir ku doseya Deraa di pêşiya hemî dosyan de ye, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi hemû karînên xwe pêwendî û civatan li gel aliyên navdewletî lidar dixe, daku xelkê Deraa di malên xwe de bimînin, û nehêlin ku operasyonên koçbekirinê yên nû dermafê çi welatiyê Sûrî li kîjan cihî be çêbibin.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bi tevaya karînên xwe kar li ser rawestandina gurkirina tawankarî li ser Cebel Elzawiyê dike, û li gel hemî aliyan diaxive, û derbarê pêşketinên rojane wan datîne pêşiya berpisyariyên wan, û hemî karînên xwe di riya Hikûmet û Artêşa Niştimanî re datîne hember vê gurkirina bobelatî, û rûbirûbûna komikên veşirtî yên teroristên tirsonek û xiniz yên ku her carê sivîl û bêgunehan armanc dikin.
Û Elmislit cext kir ku hoz û êlên me berê û ta niha jî dê bimînin stûn û bingehên parastina tevna civaka Sûrî û pêdariya li hember astengiyan, û got ku pêşeroja Sûriyê hewcedarî we ye, û pêdviya Sûriyê bi we heye, ger hûn li paş daxwaz û mafên vî gelî hevgirtî bin.
Û Elmislit spasiya Encumena Hoz û Êlan kir, û pesnê xebatên endamên wê û karên wan û berdewamiya wan di piştgiriya şoreşê de dijî stemkarî û dagîrkeriyê da.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî