Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdilrihman Mustefa, gotarek di destpêka vekirina civatên Desteya Giştî ya Encumena Hoz û Êlên Sûrî yaku sibeha îro li bajarê Gazî Entabê yê Tirkiyê birêketiye de pêşkêş kir.
Û Mustefa bal kişand ser ku birêketina van civatan li gel bîranîna pêncemîn ya birêketina operasyona Mertala Ferat tê, yaku bi saya wê bajar û bajarokên bakurê Sûriyê ji qirêjiya rêxistina raman reş paqij bû, û rê li pêşiya pilanên cudakirinê yên terroristî hate birîn, di riya hevpeymaniya di navbera Artêşa Niştimanî û Artêşa Tirkiyê de.
Û Mustefa tekezî li ser pêwîstiya parastina amaneta pakrewanên ku xwîna xwe ji bo rizgarkirina vê xakê rijandine kir, di riya parastina xaka rizgarkirî ji dijmin û tawanbaran û karê li ser ewlehî û aramiyê re, û cext kir ku ew tişt bi baştirîn şêwe dê tenê di riya avakirinê û karê beredewam re be.
Û Mustefa diyar kir ku hîn xebateke dirêj li pêşiya me heye, û erkê pilankirin û avakirinê li ser milê me ye, her weha bihêzkirina saziyên şoreşa Sûrî yên ku divê bighêjin asta hêvî û daxwazên gelê Sûrî yê şoreşger û gewre.
Û bal kişand ser ku tevî astengiyên ku rastî Hikûmeta Demkî di dema bûrî de hatine, lê wê karibû serkeftinin mezin pêk bîne, ew jî diyar dike ku Hikûmet di riya rast de ye, û ji aliyekî din ve hewcedarî xebatên mezin e.
Û Mustefa eşkere kir ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser hejmarek ji dosyên pêwîst kar kir, û di pêşî de rêxistinkirina Artêşa Niştimanî ya Sûrî, di riya çalakkirina sîstema feyleq û tabûr û lîwayan re, û hevrêziya di navbera wan de, û girêdana tabûr û lîwayan bi rêveberiyeke navendî ya pispor re, daku bibe mertala ku deverên rizgarkirî diparêze.
Û Mustefa li ser karê Hikûmetê di warê xizmetkarî û pirojeyên li deverên rizgarkirî axivî, û got ku hîn xebat di warê pirosesa fêrkirinê û karê aş û firneyan û pirojeyên Dezgeha Pirkirina Dexl û Dan û pirojeyên samanên ajalan berdewam e, her weha karê li ser çalakkirina rêvebiriya dergehên sînorî û li ser pilana bo pirojeyên xizmetkariyê di warê elektrîk û av û rê û xizmetkariyên tenduristî û bersivdana kirîza vîrosa korona.
Û Mustefa cextî li ser rola mazin ya êlan li ser tevaya astên olî û civakî û siyasî û aborî kir, ji ber ku ew yek ji giringtirîn pêkhatên civakê ne, ji ber rola wan a nirxdar û ûrf û adetên resen di bingeha wan êlan de.
Û got ku cihekî êlan ê giran di çareserkirina nakokiyên peyda dibin û vemrandina agirê fitneyê de heye, fitneyên ku her carê hinek ji nezanî an ji nokerî an ji lezbûnê di civakê de vêdixin, û cext kir ku êl rolekî erênî di xurtkirina aştiya civakî de û xurtkirina nirxên olî û sincî de dileyzin.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî got ku em pişta xwe bi rola Encumena Êlan girêdidin di piştgiriya helwesta siyasî ya şoreşa Sûrî di riya tekeziya li ser pirensîpên rûxandina rijêmê û pêkanîna veguhestina siyasî, her weha li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encumena Ewlekariyê hejmar 2254, daku gunehkaran pêşkêşî dadweriyê bikin, û tawanbar sizayên xwe li ser tawanên ku dermafê gel pêkanîne bibînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî