Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û Serokê Hevbeş yê Komîteya Desttûrî Hadî Elbehra, hevdîtinek li gel Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebo Ekxêt li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê li rex karên xola 77 ya civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê gotûbêj kirin.
Û herdû aliyan di hevdîtinê de behsa pêşhatên meydanî û siyasî kirin, û Elmislit tekezî li ser giringiya rola Erebî di piştgiriya veguhestina siyasî li Sûriyê de li gor biryarên navdewletî û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 kir.
Û kesên civiyayî pesnê helwesta giring ya nehêlana vegera rijêma Esed li nav Komkara Erebî dan, û tekez kirin ku vegera rijêmê tê wateya hebûna kursiyekê ji Îranê re di nava Komkarê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî