Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, li gel şandeke endamên Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî civiya.
Û endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Behcet Eletasî, Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Yasîn, Mihemed Qedah, û endamin ji Desteya Giştî Atêf Zirêq, Eseed Elîto, Heysem Elşihabî, Yosif Ebas, Mihemed Şêx Reşîd, Mihemed Salim Elmixlif, Ebdellah Zi’êno, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn Hevaltiya Serokê hevbendiyê kirin.
Û di hevdîtinê de pêşketinên dawîn li deverên rizgarkirî û pêşhatên dosya siyasî ya Sûrî û gotegotên mezin yên ku di dema dawî de belav bûne gotûbêj kirin.
Û Salim Elmislit di hevdîtinê de got ku ev hevdîtin û gotûbêjkirin şaştiyên di saziyan de serrast dikin, û em dixwazin guh bidin rexneyan ji bo ku gavên xwe rast bikin, û em niha hewl didin ku nûneratiya di Hevbendiya Niştimanî de rasteqîn û adilane be .
Û Elmislit got ku Hevbendiya Niştimanî niha bizavê dike ji bo dezgeha xwe bi kesên çalak ên li ser xakê xurt bike, û bal kişand ser ku saziyên bi ser Hevbendiyê ve li ser li nav xelkê cih girtine.
Û tekez kir ku erkekî siyasî bo Hevbendiya Niştimanî hatiye spartin, û ew li derve bi gelek desteyên navdewletî re pê radibe, û pabendiyê bi piransîpên şoreşa Sûriyê ya gewre dike.
Û Elmislit bal kişand ser ku yekşema bûrî nehemîn salvegera komelkujiya kîmawî yaku rêjîma Esed pêk aniye bû, û ev yek bi rapor û lêkolînên navdewletî hate çespandin, û cext kir ku mana vê rêjîma tawankar nayê pejrandin, û peyama Hevbendiya Niştimanî di vî warî de diyar e, ew jî pabendbûna bi rûxandina rêjîmê û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demokrasiyê de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî