Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Feyleqa Duyemîn di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de li dar xist, û spasiya wan li ser kar û bizav û qurbaniyên ku ji bo parastina sivîlan û berevaniya di ber deverên rizgarkrî de dijî êrîşên rijêma Esed û rêxistinên terrorist pêşkêş kirine kir.
Û Şandeyê Hevbendiyê ji Endamên Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, Ehmed Tu’imê û Necîb Rehmûn pêk hat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser pêşhatên rewşa siyasî di dosya Sûrî de pêşkêş kir, û li şiroveyekê ji rayedarên Feyleqa Duyemîn derbarê rewşa meydanî û haziriya leşkerî guhdarî kir.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya yekrêziyê û pabendiya bi prensîbên leşkerî kir, ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî da ku pêşketina berdewam û çakkirina rewşa jiyanê ya nişteciyan pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî