Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku milîsên PYD yên terorîst zarokek ji bajarê Minbicê li gundewarê rojhilatê Helebê revandin, û berve yek ji navendên xwe ve bi armanca leşkerkirina neçar birin.
Û Tora Mafnasî diyar kir ku zarokê bi navê Fadî Elehmed Elsexîr ji xelkê bajarê Minbicê yê gundewarê rojavayê Helebê ye, 14 salî ye, û endamên rêxistina Ciwanên Şoreşger ya bi ser milîsên PYDya terrorist ve bi armanca leşkerkirina kotekî, ew ji yek ji dikanên bazirganiyê li bajêr di 6 vê heyvê de revandin, û berve yek ji navendên xwe yên leşkerkirinê birin.
Û Tora Mfnasî got ku xwediyên zarok nehatin agahdarkirin, û nehiştin ku zarok pêweniyê li gel xwediyên xwe çêbike, an rê bi wan bê dan da serdana wî bikin, û dilgiraniya xwe derbarê xistina zarokan di karên leşkerî yên yekser û neyekser de anî ziman.
Û bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî 267 zarok hîna di leşkergehên ser bi PYDya terrorist ve bo leşkerkirina neçar girtî ne.
Û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku eger fişarên rasteqîn li ser milîsên PYDe yên terrorist ji hêla piştgirên wan ên navdewletî û saziyên mafnasî yên navdewletî ve tune bin, ew milîs dê di revandina zarokan û birina wan bo leşkeriya neçar berdewam bikin.
Û Ebdilletîf got ku revandina zarokan li ser destê endamên van milîsên terrorist binpêkirineke beloq e ji tevaya yasayên navdewletî û yasayên parastina zarokan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî