Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, civînek ji dûrve li gel Şanderê Almanî yê Taybet Bo Sûriyê Mr. Robert Rohde, lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî û gurkirina hovane ya rijêma Esed û hevalbendên wê li ser Deraa û bakurê rizgarkirî kir.
Û di civatê de Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê û Endamê Desteya Giştî Dîma Mosa û Nûnerê Hevbendiyê li Almaniya Fadil Efa Elrifaî amade bûn.
Û ji aliyê Almanî ve Serokê Beşê Sûriyê û Libnanê Ms. Serap Ocak, û Sekretêrê Yekemîn di Balyozxaneya Almaniya li Enqere Mr. Ruben Schwarz ji tîmê doseya Sûrî di Wezareta Derve ya Almanî de, amade bûn.
Û Elmislit li ser berdewamiya tawanên rojane dermafê gelê Sûrî ji aliyê rijêma tawanbar û sponserên wê yên Rûsî û Îranî ve axivî, û got ku gurkirina berdewam dijî parêzgeha Idlibê ji bêhtir ji du heyvan de, bû sedema wêrankirin û êşên mezin, ew jî nîşana rûdana hîn bêhtir koçberî û derbideriyê ye, û bal kişand ser ku beşekî mezin ji berpisyariyê dikeve ser milê civaka navdewletî, ya ku ti karî derbarê tiştê ku li Sûriyê diqewime nake, û hêviyên xwe anîn ziman ku Almaniya rolekî kartêker di pêşdebirina berve helwesteke bêhtir pabend ji aliyê civaka navdewletî ve bileyze, û Almaniya di rawestana li kêleka gelê Sûrî û Hevbendiyê de bo pêkanîna daxwazên azadî û rûmetdarî û demoqrasiyê berdewam be.
Û Elmislit li ser pirosesa siyasî û pêwîstiya vekirina tevaya rêyan û di serî de Desteya Hikumdariyê ya Veguhêz bi tevaya karînên wê yên cîbicîkar axivî, û behsa astengiyên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî ji hêla rijêmê û Rûsiya ve kir, û got ku her gerek li dar dikeve ew astengiyan diafirînin, û pirosesê dûrî karê jê tê xwestin dajon, daku rewşê bênirx bikin, û demê winda bikin.
Û Elmislit bal kişand ser ku pêwîast e berê aliyên navdewletî li sizakirina Esed û tawanbarên rijêma wî be, û biryarên navdewletî yên taybet bo Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin, û dît ku hemû alî di ber bicîanîna van biryaran de berpirsyar in.
Û ji aliyê xwe ve Şanderê Almanî tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ji daxwazên gelê Sûrî û rawestana li kêleka Hevbendiya Niştimanî di pirosesa siyasî de kir.
Û Şanderê Almanî bal kişand ser ku biryara 2254an çarçoveya hemî xebatên siyasî ye, û takerêya çareseriyê li Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî