Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li baregeha Balyozxaneya Sûriyê li Dewhayê, bi Nûneratiya Dîplomatîk ya Brîtanya re li Dewha paytexta Qeterê civiya, û pêre pêşhatên dawîn yên rewşa meydanî û siyasî û piroseya siyasî li Sûriyê gotûbêj kir.
Û kesên Amade li ser pêwîstiya miştûkirkirina kar û xebatê ji bo kartêkerkirina piroseya siyasî ya rawestyayî, yaku rijêm pabendiya pê red dike û xwe dispêre rêbaza leşkerî ya xwîndar, axivîn, û tekezî li ser pabendbûna bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarên Sûriyê, û di pîşî de daxwiyaniya Cenêvê û biryarên 2118 û 2254, kirin.
Û di civînê de mijara giringiya rûbirûbûna zordariya Îranê û gemkirina milîsên wê yên mezhebî li Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî