Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek ji dûr ve li gel Şanderê Birêtanî yê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreaves duh çarşemê pêk anî, û di pêwendiyê de behsa pêvajoya siyasî û dawîtirîn pêşketinên girêdayî dosya Sûriyê hat kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya pêşdebirina pirosesa siyasî ya Sûriyê kir, daku gelê Sûriyê ji derdeseriyên xwe yên dirêj rizgar bibe, û bal kişand ser giringiya berdewamiya alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re, daku qeyrana mirovahî çênebe.
Û herdû aliyan behsa doseyên girtî û penaberan kirin, û Serokê Hevbendiyê daxwaza pêwîstiya fişarê bo serbestberdana girtiyan kir, û tekez kir ku çi vegera penaberan çênabe ger ne ji def xwe be û ewle û rûmetdar be, û çênabe ew tişt li gel mana rijêma ku rikberên xwe dikuje bibe.
Ji aliyê xwe ve Şanderê Birêtanî pesnê pêngavên ku Hevbendiyê li vê dawiyê standine da, û tekezî li ser helwestên welatê xwe yên piştgiriya doza gelê Sûriyê yê azadîxwaz kir, û tekezî li ser helwesta Birêtaniya derbarê retkirina normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û vegera wê bo Komkara Erebî kir, û tekezî li ser piştgiriya veguhastina siyasî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya 2254 kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî